Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Engels: Fikr û berhemên Ocalan bandora xwe li Rojhilata Navîn dike

Parêzvanê Mafên Mirovan ê alman Tim Engels, rola Rêberê Gelê Kurd şiband rola Mandela, Adams, Arafat, Otegi û Puigdemont û got ku fikr û berhemên Ocalan bandora xwe ne tenê li kurdan li gelên Rojhilata Navîn dike

Tim Engels ku li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li gel parêzeriya xwe bi parêzvaniya xwe ya mafên mirovan tê naskirin, bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda giran a li Îmraliyê û sedema girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

Engels bi bîr xist ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di mijara sîstema tecrîdê û îşkenceya li Îmraliyê de muxatab e, lê belê ev sazî tenê bi erka şêwirmendiyê radibe, ji ber ku berpirsyariya sereke ya hikûmetên Konseya Ewropayê ye û ev nirxandin kir: “Biryarên Konseya Ewropayê, Tirkiyeyê eleqedar dike ku Tirkiye endamekî konseyê ye. Lê belê ger Konseya Ewropayê li gel hişyariyên CPT û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nakeve nava liv û tevgerê û bêdeng dimîne, sedema vê yekê bêguman têkiliyên leşkerî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re ye. Her wiha divê peymana li ser penaberan a Yekitiya Ewropayê jî li vê yekê bê zêdekirin. Tirsa herî mezin ew e ku Tirkiye bikeve nava hewldanên ku vê peymanê bixe nava metirsiyê.”

‘Azadiya wê tevkariyê li aştiyê bike’

Parêzvanê Mafên Mirovan ê alman Engel anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo gelên li herêmê aştî û azadiyê bîne û wiha got: “Bi dîtina min wê tevkariya herî mezin li xwerêveberî, azadiya jinan û Konfederalîzma Demokratîk a civaka demokratîk-ekolojîk bike.”

Tim Engels bi bîr xist ku ji agirbesta destpêkê ya sala 1993’an heta pêvajoya Oslo, pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Îmraliyê gavên ji bo aştiyê hemû ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatin avêtin û wiha domand: “Bêguman qedandina şer û destpêkirina pêvajoya çareseriyê di destê wî de ye, ev yek beriya niha gelek caran hate dîtin.”

Parêzvanê alman rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şiband rola diyarker a Nelson Mandela, Gerry Adams, Yaser Arafat, Arnaldo Otegi û Carles Puigdemont ku di pêvajoyên çareserî û danûstandinan de lîst.

‘Fikr û berhemên wî bandorê li herêmê dikin’

Her wiha Engels destnîşan kir ku fikir û berhemên Ocalan ne tenê bandorê li tevgera azadiyê ya kurd dike, her wiha bandorê li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî hindikahiyên li herêmê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe ji ber ku ev rola wî tê zanîn Abdullah Ocalan li girtîgehê tecrîdkirî ye. Ji ber ku dewleta tirk ne alîgirê aştî û çareseriyê ye.” DUSSELDORF 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar