Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Enîta Lame ya Nepalî cil û bergên Kurdî didirû

Enîta Lame ya Nepalî 5 sal in li Silêmaniyê dirûtina cilûbergên Kurdî dide wiha axivî: “Bandora çanda Kurdî li ser min heye. Cêwaziyek zêde navbera çanda Kurdî û Nepalî nîne.”

Jina bi navê Enîta Lame (29) ya ku ji Nepalê ye, 11 sal in li Başûrê Kurdistanê dijî. Enîta Lame niha bajarê Silêmanî dijî û karê dirûtina cilûbergan dike. Enîta Lame li ser çîroka hatina xwe û karê xwe axivî. Lame anî ziman kj ji sala 2013’an ve li Silmaniyê dijî û got: “Piştî ku sala 2019’an zewicîm, li gel ciwanekî Kurd fêrî dirûtina cilûbergên Kurdî bûm û li gel hevjînê xwe dikanek danî. Ev bû 5 sal li Silêmanî karê dirûtinê dikim. Girîngî didim dirûtina cilûbergên Kurdî û Hindî. Birîn û dirûtina cilûbergên Kurdî ji yên Hindî hêsantire ji bo wê girîngiyek hîn zêdetir didin cilên Kurdî.”

Enîta Lame diyar kir ku dema biryara zewacê daye, Hîtler naskir û biryar dan ku bi hev re bijîn.

Lame anî ziman ku xelkê Kurdistanê piştgiriya jinan dikin ji bo ku kar bikin, pêşî lê nagirin û ev anîn ziman: “Bandora çanda Kurdî li ser min heye. Cêwaziyek zêde navbera çanda Kurdî û Nepalî nîne.”

Pir kêfxweşim ku li Başûrê Kurdistanê dijîm. Mixabin ji ber paşketina mûçe jiyana welatiyan zêde baş nîne, ji bo wê ye ku welatê xwe diterikînin. Her wiha nedayîna mûçe bandorek li bazar û karê me jî dike.”

Lame daxwaz ji jinên Kurd kir ku bibin xwedî aboriyeke serbixwe û got: “Derfetên kar ji bo xwe bidin avakirin û kêrhatiyên xwe zêdetir bikin.”

Enîta Lama qala cilûbergên Hindî jî kir û ev anî ziman: “Qumaşên ji bo cilûbergên Hindî ji Hindistanê tînim, nirxê wê jî pir erzane. Destek cilên Kurdî piştî 4 saetan diqede. Ew kesên sardana dikanê dikin, zêdetir daxwaza cilûbergên Kurdî dikin.

Hîtler Heval têkildarî karê hevjîna xwe vê dibêje: “Tim piştgirî û piştevaniya hevjînê xwe dikir, ji bo bi heskirin karê dirûtinê bike. Armanca min jî ew bû ku bibe xwediyê karê xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar