Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

‘Enqere-Bexdat-PDK provokasyonan li ser Şengalê pêk tînin’

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî provokasyonên baweriyê yên li Şengalê ku ji aliyê Enqere-Bexdat-PDK ve tê kirin bang li gelê kurd kir û got: “Li hemberî provokasyonên heyî û muhtemel ên ku tên kirin bi hestiyar bin û li dijî vê bi zanatî tevbigerin.”

Di daxûyaniya platformê de hat destnîşankirin ku provokasyonên di çarçoveya stratejiya pevçûna baweriyên olî yên li Şengalê de bi armanca sabotekirina statûya bi berxwedanê ye. Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ev bûyer ji aliyê Bexda, Enqere û Hewlêrê ve wekî parçeyekî nêzikatiya dijminane ya li ser Şengalê ye.

Di daxûyaniyê de hate gotin “Li aliyekî malbatên alîgirên DAIŞ’ê tînin herêmê, li aliyê din jî civakên baweriyê li dijî hev sor dikin. Armanca sereke ya bi van provokasyonan ew e ku statuya defakto ya ku li Şengalê bi xwîn, girî û berxwedaneke awarte hatiye bidestxistin, ji holê rakin. Dîtin û xurtkirina modela siyasî ya li ser bingeha felsefeya jiyana azadîxwaz, wekhevîxwaz û hevpar, bêgûman hêzên heyî tirsandiye. Hêzên hegemonîk ên herêmê û hevkarên wan ên herêmî ji bo ku statukoya li ser bingeha mêtingerî û zordariyê neguhere, çi ji destê wan tê dikin û di vî alî de lîstikên xwe yên qirêj dilîzin.”

Di daxûyaniya de hat gotin ku êrîşên li hemberî baweriyan ji aliyê kê were kirin û li hemberî kê were kirin, wê neyê qebûlkirin.

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku tê xwestin qirkirina êzidiyan dewam bike, hate gotin ku parastina civaka êzidî ancax bi garantiya destûra bingehîn a xweseriya Şengalê pêkan e.

Di daxûyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Divê DAIŞ û zîhniyetên mîna wê li Mezopotamyayê ku dergûşa baweriyan e, ji holê were rakirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonên heyî û muhtemel ên ku tên kirin bi hestiyar bin û li dijî vê bi zanatî tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar