Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Enqere ne bi dan û standinan û ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve

Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê got dewleta tirk ne bi dan û standinan, ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve û hîna hêzên xwe li baregeha Watiye kom dike

Navenda Nûçeyan

Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku dewleta tirk ji bo dabînkirina baregeha Watiye ku bi temamî ketiye bin kontrola wê, hêzên xwe li wir kom dike û piştrast kir ku Enqere ne bi dan û standinan û ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve.

El-Mismarî bi bîr xist ku keştiyeke leşkerî ya Tirkiyê di 4`ê çileyê de derbasî bendera El-Xims bûye û piştî çend saetan jî jê derketiye. El-Mismarî îşaret pê kir ku tevgereke leşkerî ji hêla artêşa tirk ve ber bi her du baregehên Watiye û Misratayê ve heye.

El-Mismarî di çarçoveya Komîteya 5+5 de diyar kir ku dozgerê leşkerî bi daxuyaniyekê ragihand ku bendên agirbestê tên pêkanîn, hewldan ji bo ji nû ve hilberandina petrolê û hinartina wê û ji nû ve vekirina rêwitiyên hewayî li rojava, rojhilat û başûr hene. Her wiha dest bi veguhastina girtiyan hatiye kirin.

Duh bi şev, Komîteya Şêwirê ya Komxebata Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê bi armanca temamkirina çareserkirina dozên nakok ên girêdayî pîvanên diyarkirina desthilata rêveber a yekgirtî, civîna xwe li Cinêvê li dar xist.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar