Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Enver Muslim: Divê gelên Sûriyeyê bi awayekî demokratîk bijîn

Enwer Musllim diyar kir ku ew dixwazin gelên Sûriyeyê bi awayekî demokratîk bijîn û wiha got: “Divê li Şamê vîn û nûnertiya hemû gelan di derheqê jiyan aborî, xizmetguzarî, siyasî de hebe. Peyamên Rêveberiya Xweser ev in, em alîgirê aştiyê ne. Em piştgiriya Sûriyeke wekhev, demokrat, dewleteke xwedî qanûn ku mafê hemû gelan diparêze dikin. ji bo vê dixebitin.”

Çeteyên HTŞ’ê di 27’ê Mijdarê de êrîşî Heleb û gundên wê kirin. Ji ber leşkerên Esad reviyan di 4 rojan de Heleb ji bilî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan, bi dest xistin. Çeteyên wekî Ceyş El Vatanî, Artêşa Sultan Murad, OSO û gelek çeteyên din ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şehba, Til Rifat, Minbic, Tebqa, Qereqozax û Bendava Tişrîne kirin. Dewleta Tirk a dagirker jî bi dehan hewayî pêk anîn. DI êrîşan de di. ava wan de zarok û pîr jî hebûn bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kkantona Firatê Enwer Muslim têkildarî van geşedanên ku li herêmê pêş dikevin ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Enwer Muslim diyar kir ku niha hinek komên leşkerî ku navê Leşkerên Wetanî li xwe dikin û dewleta Tirk piştgiriya wan dike û wiha axivî: “Ev komên Wetanî bi destê Tirkiyeyê êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Êrişî deverên wek Qereqozax û Bendava Tişrînê dikin. Diyar e hê şer li tevahî Sûriyeyê nehatiye rawestandin. Çareseriyek pêş neketiye. Ji ber vê yekê jî divê civaka navneteweyî, saziyên mafê mirovan û civakên Neteweyên Yekbûyî (NY) rista xwe bi lez bilîzin. Ji bo li tevahî axa Sûriyeyê şer bisekine, divê çareseriya siyasî pêk bê.”

Enwer Muslim bal kişand ser têkoşîna Rêveberiya Xweser û rêxistinên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pêde çû: “Niha Rêveberiya Xweser jî di vê mijarê de gelek caran daxûyanî da. Bername amade kir. Em ji bo yekitiya Sûriyê têdikoşin. Ev ala niha ku ji bo Sûriyeyê hatiye amadekirin em jî wê alê qebûl dikin. Ya din jî niha diyalog di navbera gelên Rojhilat û Bakûrê Sûriyê de heye. Xebat tên meşandin ku şandeyek bê avakirin. Ji bo ku şandeyek biçe Şamê û bibe muxatab bi mafê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar bibe. Lê heta niha tu daxuyaniyeke resmî di vî warî de tuneye. Lê danûstendin diyalog hene. Hevdîtinên koalîsyonê jî bi hêzên siyasî, civakî bi hemû aliyan re hene ji bo ku Sûriyeke demokratîk bê avakirin.”

Hevserokê TEV-DEMê yê Kantona Firatê Enwer Muslim herî dawî bal kişand ser rêbaza çareseriyê û wiha bi dawî kir: “Tiştên ku Rêveberiya xweser dixwaze ne tiştên zêde xerîb in. Em wekhevî, demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin gelên Sûriyeyê bi awayekî demokratîk bijîn. Divê hemû gelên Sûriyeyê xwedî biryar bin. Divê li Şamê vîn û nûnertiya hemû gelan di derheqê jiyan aborî, xizmetguzarî, siyasî de hebe. Peyamên Rêveberiya Xweser ev in, em alîgirê aştiyê ne. Em piştgiriya Sûriyeke wekhev, demokrat, dewleteke xwedî qanûn ku mafê hemû gelan diparêze dikin. ji bo vê dixebitin.”

Enver Muslim: Leşkerên Vatanî bi destê Tirkiyeyê êrîş dikin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar