Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 9 Ağustos 2025

Erdogan destûra darizandina Îlker Başbûg neda!

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, destûr neda ku Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbûg li Dîwana Bilin bê darizandin

Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbûg dihat payîn ku îro weke bersûcê doza Ergenekonê li Dîwana Bilin bê darizandin. Lê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rayeya xwe ya ‘destûr nedana darizandina serfermandarên giştî’ bi kar anî û destûr neda ku Başbûg bi navê Dîwana Bilind li Lîjneya Giştî ya Destûra Bîngehîn bê darizandin.

Erdogan di 15’ê tîrmeha 2008’an de dema ku serokwezîr bû, roja piştî ku dozgerên Ergenekonê doznameyen ku amade kiribûn û pêşkêjî dadgehê kiribûn, gotibû ku ew dozgerê vê dozê ye. Lê piştî pevçûna wan a bi Cemaeta Gulen re Erdogan van gotinên xwe daqurtand û têkildarî Ergenekon û dozên din daxuyand ku hatine ‘xapandin’.

Di daneşîna tîrmeha 2017’an de, 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê, Îlker Başbûg jî di nav de derbarê 235 bersûcan de biryara bereetê da. Dadgehê dosyaya Başbûg veqetandibû û ji Dadgeha Destûra Bingehîn re şandibû. Dadgeha Destûra Bingehîn jî darizandina Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbûg a li Dîvana Bilind kiribû rojeva Lîjneya Giştî ya 31’ê Cotmehê.

Wî darizandina dîwana bilind xwestibû

Başbûg dema ku di doza Ergenekonê de dihat darizandin ev tişt gotibûn: “Li vir kes efûyê naxwaze. Jixwe divê ez li Dîwana Bilind bêm darizandin. Lê ji vê wêdetir mexdûriyetên micid hene. Bi sererastkirinek ku bê kirin re divê rêya ji nû ve darizandinê bê vekirin. A ku vê yekê bike jî meclis e.”

Serokkomar Erdogan bi biryara ku girt destûr neda ku Başbûg li Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) bê darizandin.

Başbûg ji Rojnameya Sozcuyê re axivî û diyar kir parêzerên wî jê re ragihandine ku dê Dadgeha Destûra Bîngehîn li ser dosyayê lêkolînan bikin û di nav saetek û 2 saetan de ji wan re daxuyanî bide. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar