Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bi hilweşîna rejîma Esad re êrîşên dagirkerî û îlhaqkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Melayê Mizgefta Aştî li Kelarê Ebdullah Kelarî derbarê êrîşên dewleta Tirk û hewldanên wê yên ji bo derxistina nakokiyên li Sûriyeyê axivî.
Mela Ebdullah Kelarî di destpêka axaftina xwe de bang li desthilata nû ya Suriyeyê kir ku rê nede nakokî û alozî li nava Suriyeyê de çêbe û got: “Pêwîste desthilata nû ya Suriyeyê rê nede wek li Iraqê, li Suriyeyê jî nakokî di navbera Şie û Sune de çêbe. Pêwîste li Rojavayê Kurdistanê jî birayên me yên Kurd yekgirtî bin, daku carek din xwîna gelê Kurd neyê rijandin, xaka Kurdistanê neyê dagirkirin û bikarin mafên xwe bidest bixin.”
Di dewamê de Mela Ebdullah Kelarî got: “Ez ji dijminên Kurdan re dibêjim, her kesek destê wî bikeve di xwîna Kurdan de û êrîşî ser Kurdan bike, wê xweda wan tine bike. Me di dîrokê de jî vê yekê dîtiye. Her wiha dijmin hertim zilmê li me Kurdan kiriye û em Kurd bi xwe jî di nava xwe de ne yekgirtîne. Divê serkirdeyên Kurdan yekrêz bin, daku hîn zêdetir xwîna Kurdan neyê rijandin.”
Mela Ebdullah Kelarî da zanîn ku ti peywendiya Erdogan bi Îslamyetê ve nîne û got: “Erdogan jî mîna Sedam Hisên dirûşmên olî bilind dike û ola Îslamê bikartîne. Vê yekê jî ji bo du armancan dike, ya yekem ji bo tinekirina Kurdaye, ya duyem jî Îslamyetê jî li pêş çavên cîhanê reş dike. Ji bona wê ye Erdogan yek ji dijminên herî mezin yê Îslamê ye. Ger Musulman bûya wê mafên gelê Kurd bidaba. Ji ber ku di Îslamyetê de hevre jiyan heye.”
Di dawiyê de jî Mela Ebdullah Kelarî got: “Di ola Îslamê de cihê netewan cûdaye herdu temamkerên hevin. Ji berku Îslamyet ji bo mirov û netewan hatiye. Ji bona wê em jî bi erkê xwe yê netewî û olî dizanîn ku bi ruh û malê xwe hevkariya her Kurdek li her dera cîhanê ye bi tayetî jî Rojavayê Kurdistanê bikîn. Divê li her cihek birînek li nava gelê Kurd de derket, em derman bikîn û alîkarî bidin.”