Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Cumartesi - 22 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Erdogan ne dîndar e ew sermayeperestek diz e…

Di hemû dinyayê de rayedarê dewletan ji ber krîza aboriyê faîz bilind dikin. Lê li Tirkiyeyê Erdogan faîza dadixe. Ev yeka jî wekî ferzekî dînî nîşan dide. Rast e, ez ne ekonomîst im, lê heta ji min tê ekonomîstan baş dişopînim. Her weiha dîndaran jî dişopînim. Bi qasî ku tê dîtin di daxistina faîzan de tu bandora dîn tune ye. Belê dîn, qezenca pere ji pere, ango faîzê helal nake. Lê dîn qezenca ne heq jî heram dike. Erdogan, bi polîtîkayê xwe ya faîzan ve tenê maldaran maldar, feqîran jî feqîr dike. Bi gotineke din rê li ber qezenca ne heq vedike. Ev ji qezenca faîzan zêdetir guneh e. Mirov ku bi gotineke dînî bêje, heqê êtim û jinebiyan dixwe. Guneha herî mezin jî ev e.

Diyar e, derdê Erdogan ne helal û heram e. Ango ew ne ji bo dîn û îmanê, ew tenê ji bo berjewendiya xwe û der û dora xwe dixebite. Sermayedarên mezin yên Tirkiyeyê jî ji vê yekê îstîfade dikin.

Çendê hanê qezencê hin şîrketên mezin yên Tirkiye hatin ragihandin. Bi taybet şîrketên ku li borsayê ne qezenca xwe herî kêm 2 qat û nîv zêde kirine. Qezenca hin şîrketan sedî hezar û pêncsed zêde bûne.

Polîtîkaya daxistina faîzan ya Erdogan û zêdebûna qezencên şîrketên mezin gelek bi hev re elaqadar in. Erdogan bi siyaseta xwe ya aborî maldaran maldar dike û her wiha para xwe jî ji wan maldaran digre. Tê gotin ku ew ê nêzî hilbijartinê hinek ji van pereyên ku ji maldaran girtiye ji derdora xwe re belav bike. Ev belavkirin ew ê çi qas kêrî wî were nayê zanîn, lê tê zanîn ku bi vê polîtîkayê aboriyê bi milyaran dolar û euro jî ji Tirkiye derdikevin. Ev pereyên ku tê revandin, gelek ji wan jî ya sermayeya bi Erdogan ve girêdayî ye. Bi gotineke din di sîstema takekesî ya Erdogan de sermayedar qezenca xwe bi awayekî nedîtî zêde dikin, hinek ji vê qezencê ji bo berjewendiyê xwe radestî desthilatdariyê dikin. Ango bertîla desthilatdariyê ji qezenca xwe ya ne heq didin. Yê mayî jî direvînin derveyî welêt û bi vî awayî pêşeroja xwe digrin garantiyê.

Rêvebirê ev sîstemê jî ji halê xwe razî ne, sermayedar û maldar jî ji halê xwe razî ne, yên ku xwe bi desthilatdariyê ve girêdane jî ji halê xwe razî ne. Ev ên razî jî di tevahiya nav gel de nezî sedî 6 û 7 in. Yên mayî, ango sedî 93 û 94 jî her diçe jar û perîşan dibin, feqîriyê rê nade ku debara xwe bikin. Krîza aboriyê ya sîstemê ev e.

Sedat Peker di vî derbarî de mînakek balkêş da. Li ser lîstikên zêdekirina sermayeyê ya şîrketên li borsayê ne kir.

Alî Fuat Taşkesen beriya darbeya 15’ê Tîrmehê çend salan berpirsiyariya banqeya Cemaata Gulen kiriye. Piştî darbeyê ew kesên ku yek lîra razandinê vê banqeyê hatin darizandin û gelek ji wan ceza girtin. Lê Taşkesen, dev ji darizandin û cezakirinê berdin, hat xelatkirin. Erdogan hemû kontrola borsayê da destê Taşkesen. Li gor Sedat Peker niha 180 mîlyon dolar pereyê şexsî yê Taşkesen û di ser de jî yek ji wan otêleke 5 stêrk gelek avahiyên wî hene.

Ev qezenca ne heq ji berpirsiyariya borsayê tê. Şêrketên xwe dixwazin sermayeyê xwe zêde bikin, serî li Taşkesen didin. Ew jî bi bertîleke mezin rê li ber wan vedike. Şîrketên ku sermaya xwe bêyî ku hebûnek wan hebe zêde dikin jî, Taşkesen jî pereyek mezin û ne heq qezenc dikin. Her wiha ev qezenc di navbera desthilatdariyê de jî tê parvekirin. Tenê bi rêya Taşkesen mîlyonan dolar ji Erdogan û rayedarên Erdogan re hatine belavkirin.

Di sîstema Erdogan de bi hezaran mînakên bi vî rengî hene. Dizî, talan, destavêtina li ser mal û milkên hemwelatiyan êdî hatine wê radeyê ku kesek van tiştana bi veşartî jî nake. Aşkera li nav çavê însanan dinêrin û her cure dizî û xerabiyê dikin.

Tiştek din jî: Belê, sîstem vê yekê bi alîkî ve bi rêya dîn, ji alî din jî bi rêya nijadperestiyê, ango bi dijminatiya kurda vedişere. Haleta herî baş ya di destê sîstemê de dîn û nijadperestiya li dijî kurda ye. Erdogan her dû haletan jî baş bikar tîne. Piraniya ew hemwelatiyên ku 93 û 94’ên wan ji vê sîstemê zirar dibînin jî bi rêya van her dû haletê desthilatdaran, rastiyê nabînin. Her wiha mixalefeta sîstemî ya Erdogan jî pevgirêdana nijadperestiyê û aboriyê, ango pevgirêdana mesela kurd û feqiriyê naxwaze rasterast bîne rojevê. Ango têkîliya şer û feqîriyê heta jê tê ew jî vedişerin. Ev jî derfetek mezin e ji bo Erdogan. Yê ku vê derfetê dide Erdogan yek jê sermayedar bin, ya din jî ev mixalefeta bêqidûm e.

Ev siyaseta xwînavî ya desthilatdaran carekî din jî bi me da nîşandan ku heta mesele rasterast neyê dîtin, ango têkîliya şer û feqîriyê neye aşkerakirin, çareserî tune ye. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêka kurd, her wiha dermanê feqîriyê ye jî…

Nûçeyên Têkildar