Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Erdogan û AKP ketine panîka têkçûnê’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî da zanîn ku tayînkirina qeyûman, yek jê mezintirîn bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û diyar kir ku dê serkeftin a HDP’ê be. Temellî gotinên Erdogan jî bersivand û destnîşan kir ku êdî AKP ditirse û ketiye nava panîkê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî piştî geşta xwe ya bajarên Qers û Erdexanê, derbasî navçeya Tozan a Îdirê bûn. Di dema ketina şandeya HDP’ê ku ji Temellî, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Tozanê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş û endam û rêveberên HDP’ê pêk dihat, di ketina  navçeyê  de rastî eleqeyek mezin hatin. Gelê navçeyê bi çepikan konvoya HDP’ê silav kirin.

Piştre jî şande bi gel re civiya. Di hevdîtina bi gel re namzetên hevşaredariyê axivîn û destnîşan kir ku dê bihevre teqez biserkevin. Piştî namzetan, Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê, li tevahiya welat belav bûye. 5 sal berê li vî welatî hêviyên mirovan xurt bûn. Lê bi tecrîdê re bêhiqûqî û bêedaletî jî mezintir bûn. Daxwazên Leyla Guven û çalakvanên di greva birçîbûnê de rewa ne. Ev ne amûra siyasetê, amûrê hiqûq û edaletê ye. Ger ku tecrîd hebe, bêhiqûqî heye. Ger ku bêhiqûqî hebe jî bêedaletî heye.”

‘Qeyûm yek jê mezintirîn bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ne’

Temellî diyar kir ku yek jê mezintirîn bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê jî tayînkirina qeyûman e û ev nirxandin kir: “Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin û parlamenterên me girtin. Vîna gel tune hesibanbin û xwestin bi vê yekê siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Ev desthilatdar dixwaze bibe dîktator. Piştî tayînkirina qeyûman çi kirin? Li Tozanê peykerê aştî û azadiyê yê jinên kurd û çerkes hilweşandin. Ji ber ku tehemûla wan ji yekitiya gelan re nîne.”

Bersiv da gotinên Erdogan

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bersiv da gotinên Erdogan ên ‘Welat terk bikin’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di panîkê de ne. Ew jî dizanin ku êdî winda dikin. Ji ber vê jî dibêjin welat terk bikn. Ma tu kiyî û bera kî didî? Ev der welatê me ye. Em ê di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan û li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em ê mizginiya xêrê bidin xwişk û birayên xwe. Di 31’ê adarê de, dê demokrasî, aştî û HDP biserkeve.”

Temellî, piştî hevdîtinê jî derbasî Îdirê bû. ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar