Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Êrîşa li dijî Um El Xêr hate şikandin û dagirkeran li Yebisê jî derb xwar

Di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê de li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran heye. Hat zanîn ku êrîşa dagirkeran a li gundê Um El Xêr ê Serêkaniyê hate şikandin û li gundê Yabis ê Girê Spî şervanan derbê giran li dagirkeran dan

Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê her ku diçe dijwartir dibin. Di vê çarçoveyê de şervanên HSD’ê li hemberî hewldana dagirkirina rojavayê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî bersiv didin.

Li gorî agahiyan, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ku bikevin gundê Um El Xêr ê girêdayê bajarokê Sefih ê li başûrê rojhilatê Serêkaniyê. Lê li ser bersivên tund ên şervanan, êrîşa dagirkeran hate şikandin û çete neçar man ku birevin.

Her wiha di van kêliyan de li derdora gundê Yabis ê ku 10 km’yan li rojavayê Girê Spî dikeve, di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. Hat zanîn ku hêzên dagirker hewl didin bi pêşve werin û şervan jî bi bersivên tund hewldanên wan vala derdixînin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di şer û pevçûnan de hêzên dagirker derbên giran xwarine û herêmê topbaran dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar