Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

‘Êrîşa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayeke dewletê ye’

Nûnerên rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrîşa nijadperest a li dijî 3 xwendekarên kurd ên li Antalyayê da û diyar kir ku êrîşa li dijî xwendekaran parçeyek politikaya dewletê ye

Li Tirkiyeyê di serdemên şer de gotinên nefretê û êrîşên nijadperest zêde dibin rê li ber êrîşan vedike. Her dawî jî li Dibistana Pîşeyî ya Bilind a Zanîngeha Antalyayê êrîşa nijadperest li dijî 3 xwendekarên kurd qewimî.

Xwendekar ji ber êrîşên nijadperest neçar man ku dest ji dibistanê berdin. Nûnerên rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrîşa nijadperest a li dijî xwendekarên kurd dan.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Murat Yaşar êrîşa nijadperest a li dijî xwendekarên kurd şermezar kir û got ku êrîşên bi vî rengî bêtehamuliya kurdan e û ew van êrîşan nikarin qebûl bikin.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Alev Ozkîraz jî bi bîr xist ku Şîrîn Tosun bi boneya bi kurdî axivî li Sakaryayê hat kuştin û însan tenê ji ber ku bi kurdî diaxivin êrîş li dijî wan pêk tê û tên kuştin û wiha got: “Ev êrîş parçeyek polîtîkaya dewletê ye. Hebûna kurdan qebûl nakin. Dixwazin mafê kurdan û zimanê wan ji holê rakin. Ev polîtîkayek tunekirina kurdan e. Dixwazin civakê bikin yektîp. Em ê wek ciwanên sosyalîst piştgiriya xwe mezintir bikin û van polîtîkayan bişikînin. Em dibêjin ev jî dê bi xweseriya demokratîk û perwerdehiya zimanê zikmakî pêk were.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar