Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Êrîşên artêşa tirk  ya dagirker yên bi çekên kîmyewî dewam dikin

Artêşa tirk  ya dagirker çeperên berxwedanê yên li herêma Çamçoyê carekê bi bombeyên qedexe û 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çalakiya hêzên me ya li Zapê de, dagirkerek hatiye cezakirin. Artêşa tirk  ya dagirker carekê bi bombeyên qedexe, 7 caran bi çekên kîmyewî, bidehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 13’ê çileyê de saet navbera 11:50 û 12:50’an de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran dan. Di vê çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa tirk  ya dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên giran kiriye;

Di 13’ê çileye de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê ji saetên sibehê heta êvarê carekê bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk  ya dagirker;

Di 13’ê çileyê de qada ava Lolan a Xakurkê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 13’ê çileyê de qadên Geliyê Lolan û Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi obus, tank, hawan û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar