Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

‘Êrîşên li ser rêya navneteweyî hatin şikandin’

Ji fermandarên HSD’ê Rûstem Hesekê got ku hêzên wan êrîşên hêzên dagirker ên li dijî rêya navdewletî M4’ê şikandin û gelek çete hatin kuştin. Hesekê da zanîn ku niha jî gelek cenazeyên çeteyan li erdê ne û dê rê nedin ku çete nêzî rê bibin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ji duh ve li dijî gundê Şergirakê yê li bakurê navçeya Eyn Îsayê dikeve bi çekên giran êrîşên dijwar pêk tînin. Hêzên dagirker hewl didin ku dest danin ser depoyên genim ên gund. Di heman demê de hêzên dagirker hewl didin rêya navdewletî M4 a di navbera Hesekê û Helebê de kontrol bikin.

Têkildarî êrîşên dawî ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rûstem Hesekê bi ANHA’yê re axivî û ev agahî dan: “Em niha li ser rêya navdewletî ne. Hêzên me berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Çeteyan êrîşî rêya navdewletî dikin û hêzên me bersivê didin. Komên çete êrîşî rêya navneteweyî û depoyên genim ên Şergirakê dikin. Lê hêzên me ev êrîş şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Niha jî gelek cenazeyên wan li qada şer li erdê ne.”

‘Em ê bi tu awayî rê nedin wan’

Herî dawî jî fermandar Rûstem wiha got: “Çeteyên ku li gundên Ridîne û Koramaza bi cih bûn êrîşan dikin û dixwazin ber bi rêya navdewletî û Şergirakê ve pêş de werin. Her wiha hewl didin êrîşî gundê Bîr Îsayê bikin. Dixwazin rêya navdewletî ya ku şênî bi kar tînin, kontrol bikin û rê qut bikin. Lê çi dikin bila bikin em ê rê nedin wan ku pêş bikevin û nêzî rê bibin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar