Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Perşembe - 14 Ağustos 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Êrîşên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê ne cudatir e

TJA, KCD, DBP û HDP têkîldarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê ne cudatir e û bangawaziya xwedî derketina li Şengalê hat kirin 

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşên dewlet tirk ên li dijî Şengalê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen beşdarî civînê bûn.

Destpêka Berdan Ozturk di civînê de axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê ne cuda ye û wiha got: “Êrîşên li ser Şengalê bi tu awayî nayên qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin. Heya ku Şengal xweseriya xwe ava bike em ê têbikoşin. Yên ku li hemberî wan êrîşan bêdeng dimînin wekî wê zîhniyeta qîrêj in.”

Berdewama êrîşên DAIŞ’ê ne

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydeniz jî da zanîn ku di sê rojên dawî de dewleta tirk, Şengalê bombaran dike û ev tişt anî ziman: “Êrîşên li ser Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne. Dixwazin fermana 74’emîn pêk bînin. Em wek partiyên siyasî wan êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin. Duh bombarana li ser nexweşxaneyê hem ji ber bêdengiya Iraq û Heremê Federal a Kurdistanê û hem jî ji ber bêdengiya hêzên li Ewropayê pêk hat. Êrîşên li hemberê Şengalê nîşaneya dijminatiya hebûna kurdan e. DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran jinan revand û li bazaran firot. Bi hezaran kesan qetil kir û ji warê wan bir. Xelkê Şengalê çawa ku li hemberê wê zîhniyeta qirêj li ber xwe daye û di azadiya xwe de israr dike, niha jî di heman helwestê de ye.”

Êrîşên li ser Şengalê bêtehemûliya li hember kurdan e

Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen diyar kir ku li hemberî kurdan bêtehemûlî heye û wiha axivî: “Îro êrîşên li ser Şengalê pêk tên ji êrîşên berê necudatir e. Ev demek dirêj e li hemberê Şengalê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Em wek TJA’yê wam plan û êrîşên li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin.”

Dem dema xwedîderketina Şengalê ye

Herî dawî jî parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengalê gihîştiye asteke hovane û wiha got: “Çiqas êrîşî Şengalê bikin jî dê Şengal têk neçe. Dewleta tirk ji kuştina êzidiyan têr nebûye. Ev êrîş leyîstok in. Çawa ku bi wê peymana Şengal-Hewlêr xwestin civaka êzidî bêîrade bihêlin, îro jî bi heman polîtîkayan dixwazin bi wan êrîşan civaka êzidî bêîrade bihêlin. Dixwazin Şengalê ji civaka êzidî bê valakirin û Şengalê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Em hemû dizanin ku civaka êzidî li gel hemû jenosîdan ji erdên xwe neçûne. Em dizanin ku bi çûyîna Kazimî tiştên ku li Şengalê pêk tên ne tesadûfî ne. Ji ber ku Kazimî li wir wê bi rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin bikira. Gelê Şengalê di salvegera jenosîda 7’emîn de ji bo xweseriya xwe bi israr in. Di van demên dawîn de jî bi destê dewleta tirk li Şengalê gef dihat xwarin û piştî wan gefan van êrîşên hovane ne tesadûfî ne. Lê tevî van yekan divê hemû kes xwedî li Şengalê derkeve. Dem dema parastina Şengalê ye. Dem dema xwedîderketine îradeya xelkê Şengalê ye. Heke Şengal biçe wê ji Kurdistanê jî parçeyek biçe.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar