Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Êrîşên rejîmê yên li ser herêmên bê çek zêde dibin

Şer û pevçûnên di nabera rejîma Sûriyeyê û koma çete ya Heyet Tehrîr Şamê de didomin. Hat zanîn ku piştî kuştina 5 leşkerên rejîma Sûriyeyê, rejîmê jî gelek herêmên li ber herêmên bê çek dikevin, topbaran kir

Tevî peymana agirbestê ya li ser herêmên bê çek jî, şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û koma çete ya Heyet Tehrîr Şam (El Nusra) de berdewam in. Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku hêzên rejîma Sûriyeyê topbarana li ser herêmên bê çêk, zêde kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê, rejîma Sûriyeyê îro di saetên serê sibehê de derdora bajarê Meret Naman û gundê Xan Sibil ê aliyê başûrê bejahiya Idlibê topbaran kir. Di heman demê de rejîma Sûriyeyê bajaroka Seraqib jî topbaran kir.

5 endamên rejîmê hatin kuştin

Hêzên rejîma Sûriyeyê di roja çarşemê de jî hinek deverên Kefer Zîta, Zexer ên li bejahiya bakurê Hemayê û Hiwîz û Enkawî yên li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir. Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku 5 endamên hêzên rejîmê ji ber bombebarana çeteyên Heyet Tehrîr Şamê li derdora Şem Hewa- Xewîn a li bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê, mirin.

Li dijî wesayîta serçeteyekî êrîş

Hat zanîn ku li aliyê bakurê bejahiya Idlibê dengê teqînekê hat bihîstin. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber mayînekê ku di erebeya yek ji serçeteyê Feyleq Şamê hatibû bicihkirin û li gundê Tilade yê li bakurê Idlibê pêk hat. IDLIB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar