Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...
Çarşamba - 5 Mart 2025

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li seranserî cîhanê tê nirxandin. Gelek derdorên siyasî, azadîxwaz û hêzên demokrasiyê vê bangê ji milên cûda ve dinirxînin û xwedî lê derkevin.

Ev jî aşkere dike ku tevî pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê jî Rêber Apo ji helwesta xwe ya azadiyê û pêkvejiyanê qet tawîz nedaye û ji bo serxistina wê her di neva têkoşînek dijwar de bû ye. Ev jî asta lêhurbûna firên Rêber apo bi awayekî eşkere radixe ber çavan.

Bêguman ji bo serketina Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” beriya her tiştî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên xebitîna azad divê werin pêk anîn. Gel vê bi avêtina gavên yasayî û hiqûqî yên pêwîst, avakirina zemîna siyaseta demokratîk jî erk û şertên pêvajoyê yên girîng in.

Agirbesta ku piştî vê banga dîrokî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ve hate îlankirin jî ji aliyê pêşketina vê pêvajoyê ya bi awayekî serkeftî ve zemîneke gelekî girîng ava kiriye. Li ser vê zemîna ku derketî holê, divê hemû pêkhateyên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî vê pêvajoyê bibin û banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bikin malê hemû civakê. Divê were zanîn ku ev hewildan jî bi qasî bangê xwedî girîngiyek mezin û bi wateye.

Li ser banga dîrokî ya Rêber Apo Komîteya Rêveber a PKK’ê bersiv da û ragihand ku agirbest îlan kiriye. Bêguman piştî pêvajoya şerê dijwar îlankirina vê agirbestê ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Lê PKK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku ji bo mijarên weke danîna çekan û fesixkirina PKK’ê divê biryara kongreyê hebe û dibêje: “ev biryar tenê bi destwerdana rast a Rêber Apo ve dikarin di kongreyê de werin nîqaşkirin.” Bêguman ev mijarek girîng e. Di pêvajoyek wisa dîrokî de divê gavên tên avêtin jî baş werin kirin. Eger di vê pêvajoyê de li ser mijarên wisa jiyanî nîqaş tên kirin divê li gorî van nîqaşan jî gavên pêwîst werin avêtin. Ji ber vê yekê girînge ku ji bo Rêber Apo mafê jiyana azad û xebata azad werin avakirin.

Bêguman fesixkirina PKK’ê bi avabûna bingehê hiqûqî ve girêdayî ye. Di vî warî de divê dewleta Tirk gavên pêwist bavêje û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê veneke. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîste hin guhertin bingehîn heye. Ji bo aştiya di navbera galan û xurtkirina dostaniya Kurd-Tirk divê gavên hewcedar bêyî ku dereng bikeve werin avêtin. Divê were zanîn ku ev pêvajo yek alî nemeşe û pêş nakeve. Çawa ku Rêber Apo li gorî berpirsyariya xwe tevgeriya û banga xwe kir, divê aliyên li ser navê dewletê jî heman îradeyê nîşan bidin û bi awayekî aşkere gavên ku dikarin bavêjin ji raya giştî re deklere bikin.

Bêguman aliyekî vê pêvajoyê PKK ye, aliyê duyemîn Dewlet e û ya sêyemîn jî muxalefeta civakî û siyasî ye. Di çarçoveya banga Rêber Apo PKK’ê ev peyam girt û biryara Agirbestê da. Bi vê biryarê eşkere kir ku ew piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Ev gelek girîng e. Lê divê desthilata heyî û muxalefeta siyasî û civakî jî heman îradeyê bi lezgînî nîşan bide. Divê êdî ev pêvajo li demê neyê belavkirin û neyê dirêjkirin.

Eger hemû alî bi erka xwe rabin û di dema xwe de gavên pêwist bavêjin wê rê li ber pêvajoyek nû were vekirin. Ev pêvajo di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bibe mîladek. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin niha dema serkeftinê ye. Ev serkeftin wê bi kêrî her kesî bê. Ji ber vê yekê divê her kesê ku bi vê yekê bawer dike piştgiriyê bide banga Rêber Apo. Divê bê zanîn ku eger Rêber Apo înîsiyatîf girtibe pêvajoyê jî ew bi rê ve dibe. Lê di meşandina pêvajoyê de erk û berpirsyariyên dikeve ser aliyan jî hene. yek ji van aliyên herî girîng jî Meclis e. Divê meclîs li gorî erka xwe înîsiyatîfê bigre û bikaribe bibe xwedî rol. Bi taybet ji bo zemîna siyasî û hiqûqî erka dikeve ser meclîsê divê biçûk neyê dîtin.

Di qaosa Rojhilata Navîn de ku bûye yek ji qatên herî girîng ê şerê cîhanê yê sêyemîn, banga Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyan bûye hêviyek mezin. Ji pêşxistina vê pêvajoyê erk û berpirsyariyên dikevin ser milê her kesî hene. Eger hemû alî li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin, banga ku hatî kirin wê bi serketinek dîrokî encam bibe. Naxwe eger di siyaseta şer û înkar de were israrkirin, berjewediyên hizbî û şexsî di ser yên civakî û neteweyî re werin dîtin, banga ku hatiye kirin jî wê di asta ku xwestin ji qirîza heyî re nebe bersiv. Ji bo serketina bang Rêber Apo girînge çawa ku PKK’ê bi awayekî cesaret gavên pêwîst avêt, divê aliyê din ango dewlet û desthilat jî dawî li êrîşên xwe bîne û gavên pêwîst bavêje.

Nûçeyên Têkildar