Rejîma Esad piştî 61 salan bi piştgriya hêzên navneteweyî hat hilweşandin û li Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê kir. Dewleta Tirk a dagiker ji bo destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake û dagir bike bi çeteyên DAIŞ-SMO’yê dest bi êrîşan kir. Bi êrîşên dagirkeriyê re kete nava hewldanên qirêj, fitne û fesadiyê.
Serokê Meclîsa Eşîrên Tey ên Ereb Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman ji ANHA’yê re axivî. Şêx Hesen Ebdulrehman diyar kir ku hemû hewlên çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de di dema borî de bi ser neketin û dê têk biçin. Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman destnîşan kir ku hemû hewldanên têkbirina van têkiliyên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê hemû pêkhateyên civakê ve nayên pejirandin. Her wiha diyar kir ku hin hêzên derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, dixwazin nakokiyan di navbera van pêkhateyan pêk bînin, nirx û rêgezên civakê qels bikin.
Hesen Ebdulrehman diyar kir ku rejîma Baasê ya Sûriyeyê û dewleta Tirkyeyê a dagirker gelek caran hewl dan ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan derxin, lê hemû hewldanên wan têk çûn. Her wiha got, “Em bi zelalî dibêjin ku em hemû li dijî her destwerdana derve yên li dijî ewlehî û aramiya herêmên me, yekgirtî ne.”
Şêx Hesen Ebdulrehman destnîşan kir ku şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke ku tê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan têkelê hev bûye û hemû pêkate li hemberî pirsgirêkan dirûşma yekîtiyê bilind kirin. Her wiha destnîşan kir ku dema dayîk û pîr şehîdan bi tilîliyan pêşwazî dikin, ji hemû cîhanê re peyameke xurt rêdikin ku her kes li vê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ne. Şêx Hesen bal kişand ser berxwedana qehremanî ya bendava Tişrînê, çi berxwedana şervanan, çi jî berxwedana bi sedan şêniyên ji pêkhateyên cuda ji bo parastina vê destkeftiyê ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin. Ebdulrehman diyar kir ku ev berxwedan wê di dîrokê de neyê jibîrkirin, ji ber ku gelên herêmê bi bedenên xwe li hemberî maşîna şer, mil bi mil li ber xwe dan û civaka xwe û xak û destkeftiyên xwe ji dagirkeriyê parastin.
Hesen Ebdulrehman bal kişand ser wê yekê ku HSD xwedî ezmûna şer û çekên pêşketî ye, û dikare bibe nimûneya artêşa Sûriyeyê ya siberojê. Her wiha tekez kir ku ev yek dihêle ku her kes pê serbilind be, ji ber ku ew berî ku Kurd, Ereb û Suryan bin, Sûriyeyî ne û hêzên wan dikarin Sûriyeyê bi giştî biparêzin.
Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê kir ku di vê qonaxa hestiyar de hişyar bin ji bo siberojeke baştir ji bo hemû gelê Sûriyeyê.