Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ji 5’ê çileyê ve li Dêrsimê winda ye. Ji bo dîtina Doku li hêlekê xebatên li bendavê û çoltarê Dêrsimê û li hêla din jî çalakî didomin. Lê tevî xebatan jî heta niha der barê Doku de tu agahî nehatine bidestxistin
Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku (21) 9 roj berê li Dêrsimê winda bû. Ji bo dîtina Doku jî ev 9 roj in xebatên lêgerînê tên meşandin. Di heman demê ji bo dîtina Doku xwendekar û welatî çalakiyên cuda li dar dixin.
Di çarçoveya xebatan de bi rojane li ser Gola Bendavê xebatên lêgerînê tên kirin. Xebatên li bendavê ji sedî 95 temam bûn. Her wiha komeke taybet a Amûrê Tespîta Binê Avê ya ji Dûrve (ROV) jî tev li xebatên lêgerînê bûn. Tevî vê yekê jî tiştekî aydê Doku nehate dîtin. Di heman demê de li çoltarê navenda Dêrsimê jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Îdiaya ku Abarakov reviyaye
Hat ragihandin ku kesê bi navê Zaînal Abarakov ku kesê herî dawî bi Doku re axivî ye, reviyaye derveyî welat. Li ser vê agahiyê jî malbata Doku bi waliyê Dêrsimê û midûrê emniyetê re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên ku malbatê dane, walî ji malbatê re gotiye ku Abarakov nereviyaye û di bin çavdêriyê de tê girtin.
Çalakiya xwendekaran
Li hêla din bi hezaran xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê jî ji bo dîtina hevala xwe Gulistan Doku, şevê din li ber avahiya Saziya Kredî û Şevîniyan a Hîndekariya Bilind û Şevîniya Keçan a Ehlîbeytê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de nedîtina Doku hate şermezarkirin. Di çalakiyê de xwendekaran ronahiya telefona xwe pêxistin û dirûşmên ‘Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî dê dor were te jî’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Gulîstan Doku li ku derê ye’ û ‘Dersim ne razê xwedî li Gulistanê derkeve’ berz kirin.
Hat zanîn ku midûrê wargehê hewl da ku çalakiyê asteng bike. Li ser israra xwendekaran jî midûr heqareta ‘Ma hûn jî mirov in’ li xwendekaran kir. DÊRSIM