Dewleta Tirk a dagirker û kçeteyên wê DAIŞ-SMO piştî hilweşîna rejîma Esad êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker ev 40 roj in bi çeteyên DAIŞ-SMO, balafirên şer, balafirên bêmirov, tang û topan bênavber êrîşî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bendava Tişrînê di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrinê û li vir dest bi çalakiya nobedê kirine. Gel li dijî êrîşan xwe kiriye mertalên zindî û li ber xwe dide. Di êrîşan de heta niha 12 sivîl şehîd bûn û 70 kes birîndar bûn.
Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê Evîn Cuma tekildarî sûcên şer ên li dijî herême ji Ajansa Welat re axivî. Evîn Cuma anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan dike hedef û got ku wan ev sûcên şer ên li herêmê kirine rapor.
Evîn Cuma anî ziman ku şerê li dijî herême didome û wiha axivî: “Li aliyekî sivîlan dikujin, li aliyê din welatiyan bi darê zorê didin koçberkirin. Bi dron û balafîrên şer welatiyên sivîl dikujin. Li her derê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dron û balafîrên şer êrîşî sivîlan dikin. Taybet jî li Bendava Tişrînê di şerê ku diqewimê de sûcên li dijî mirovî pêk tên. Bendava Tişrînê cihê ku pêdiviya av û ceyrana herême dabin dike ye. Kesên sivîl dema li dijî vê yekê dertên û ji bo êrişên li ser bendavê rawestin berê xwe didin Tişrînê rastî êrîşan tên û tên kuştin. Ne tenê welatiyên sivîl ambulansan jî dikin hedef. Zarok, jin û gelek kes di van êrişan de hatin kuştin. Li vir komkujî pêk tê. Av û ceyrana welatiyan kirin hedefa xwe. Li gor zagona navneteweyî jî weke qîrkirineke li dijî mirovî tê pênasekirin û yek jî sûcê şer e.”
Evîn Cuma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me li hemû saziyên navneteweyî ew e ku li dijî van sûcên şer bikevin hewldanan. Ji bo Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê cezakirin divê hemû kes dengê xwe derxîne. Ewlehiya herême bê girtin.”