• Nûçe
  • Jin
  • Nivîskar
  • Çand û Huner
  • Kirmanckî
  • Ekolojî
  • Forum
  • Aborî
  • Cîhan
  • Arşiv
  • Hemû
Ara
Logo
Logo
Facebook
Instagram
Twitter
Youtube
Giriş Yap
Hoşgeldiniz! Hesabınızda oturum açın.
Forgot your password? Get help
Şifre kurtarma
Şifrenizi Kurtarın
Email adresine yeni bir şifre gönderilecek.
Mehmet Alî Ertaş -

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Felemez Ulug -

Neteweperestiya aborî

Abdullah Ocalan -

Pirsgirêka jinê pirsigrêka sereke ya civakê ye

Mehmet Alî Ertaş - 10/04/2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...
Devamını Oku
Felemez Ulug - 09/04/2025

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Devamını Oku
Facebook
Instagram
Twitter
Youtube
Mehmet Alî Ertaş -

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Felemez Ulug -

Neteweperestiya aborî

Abdullah Ocalan -

Pirsgirêka jinê pirsigrêka sereke ya civakê ye

Mehmet Alî Ertaş - 10/04/2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...
Devamını Oku
Felemez Ulug - 09/04/2025

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Devamını Oku
Logo
Cuma - 13 Haziran 2025
  • Nûçe
  • Jin
  • Nivîskar
  • Çand û Huner
  • Kirmanckî
  • Ekolojî
  • Forum
  • Aborî
  • Cîhan
  • Arşiv
  • Hemû
type here...
Mehmet Alî Ertaş -

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Felemez Ulug -

Neteweperestiya aborî

Abdullah Ocalan -

Pirsgirêka jinê pirsigrêka sereke ya civakê ye

Mehmet Alî Ertaş - 10/04/2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...
Devamını Oku
Felemez Ulug - 09/04/2025

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Devamını Oku

‘Ez weke hunermendeke jin a kurd xwe deyndara şoreşê dibînim’

10/03/2023
  • Mijar
  • Bernameya Awazên We
  • Hojîn Hêriz
  • hunermend
  • Jin
  • Rêber Abdullah Ocalan
  • Rojava

Hunermend, mamosteya zimanê kurdî û pêşkêşvan Hojîn Hêriz a ji navçeya Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di temenekî biçûk de tevli xebatên hunerî bû der barê jiyana xwe, girîngiya hunerê de axivî.

Hunermend, mamosteya zimanê kurdî û di heman demê de pêşkêşvana bernameya Awazên We ya ku li ser kenala Rojava TV tê weşandin Hojîn Hêriz der barê jiyana xwe, girîngiya hunerê û derfetên ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji wan re pêşkeş kirine de axivî.

Min ji zaroktiya xwe ve dest bi karê hunerê kiriye

Hojîn Hêriz a ji gundê Xenamiyê yê Navçeya Dirbêsiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa jiyan û destpêkirina xebatên hunerê dike: “Di sala 2008’an de di temenekî biçûk de min dest bi xebata xwe ya hunerê kir. Di nava Koma Şehîd Zîlan a hunerî de min cih girt heta destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Paşê di nava şoreşê de min kar û xebatên xwe yên hunerî di nava Tevgera Çand û Hunerê de, berdewam kir, pê re jî zimanê xwe yê dayikê hîn bûm û gihîştim asta mamostehiyê. Di van salên dawî de armanca min a sereke ew bû ku ez berhem û kedeke şexsî ava bikim ku bi xwe kar bikim ji bo derxistina berhemeke baş û bikeve xizmeta şoreşa me. Xebatên me tenê di warê hunerî de sînordar neman belê di warê rêxistinî de min cih girt. Li kêleka wê min pêşkêşvanî jî kir çi bernameyên kanalan û çi jî li şahiyan be.”

Xebatên ku derketine pêş

Hojîn Hêriz berhem û klîbên ku derxistine, anî ziman û wiha rêz kir: “Bi taybetî di nava şoreşê de min gelek berhem pêşkeş kirin mîna; klîba bi sernavê “Hesekê” ku qala berxwedana li wir hat kirin ji milê şervanan ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê, min ev stran diyarî hemû şehîdan kir. Her wiha klîba bi sernavê “Şehîd Sêalê” ew diyarî giyanê xwîşka min a şehîd bû. Min klîbek bi sernavê “Welato” jî çêkir ku ew jî behsa hezkirin û nirxên welat dike. Di heman demê de stranek evînî jî min derxist. Her wiha bi sernavê “Ez şehîd im” jî berhemek hat weşandin. Ji bo Serêkaniyê jî dê derhemek di demeke nêz de derkeve û were weşandin. Ez wekî jineke kurd xwe deyndara şoreşê dibînim, hunermendî ew e ku tu êş, berxwedan û bûyerên di jiyana gel de diqewimin bi riya hunerê pêşkeş bikî loma piraniya berhemên min li ser jinan û şoreşê ne.”

‘Huner û stranbêjiya jinan wekî şerm dihat dîtin’

Hojîn Hêriz bal kişand ser derfeta ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo wan pêşkeş kiriye da ku hunereke azad biafirînin û wiha pê de çû: “Li gorî min, ez dibînim ku huner û bi taybetî hunera jinan di van deh salên şoreşê de gaveke mezin avêtiye. Gelek berhemên xweş, bi wate û bi nirx hatin afirandin ji bo hunera me ya kurdî dewlemendtir bibe. Şoreşa Rojava ji bo me şanseke mezin bû her wiha ji bo jinan mirêk û çavkaniya jiyana azad bû. Berî şoreşê huner bi tengav û bi tirs bû, hunereke xweş bû lê mixabin ne azad bû. Lê kêleka vê, heta di nava malbatan de huner û stranbêjiya jinan wekî şerm dihat dîtin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev hemû kelem dan aliyekî û ji kokê ve hilweşand. Bêguman bingeha şoreşê û rêberê wê Rêber Abdullah Ocalan bû yê ku fikra demokratîk û azadiya jinan da rûniştandin di nava civakê de. Derfet çêbû ku jinên kurd ên hunermend her dem ji bo zindîkirina çanda dîrokî, kedê bidin. Em dibînin çawa jin bi her awayî bi hemû pêkhateyên xwe kevneşopiya xwe vedigerînin û çanda xwe ya resen didin pêş.”

‘Bernameya Awazên We danasîna hunermendan e’

Hojîn Hêriz qala bernameya Awazên We ya ku pêşkêş dike kir ku çawa bi riya wê hunermendan didin nasîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Kanala Rojava TV de bernameyeke hunerî pêşkeş dikim, armanca me ya sereke ew e ku em hunermendên xwe bidin nasîn bi civakê û bizanibin çi berhem diafirînin. Her wiha gelek hunermendên me yên kurd hene ku jiyana xwe ji dest dane yên şehîd jî bûne, em dixwazin balê bikşînin ser wan û hunera wan zindî bikin. Di heman demê de li ser hunermendên mîna Meryem Xan, Eyşeşan, Şakiro, Mihemed Şêxo, şehîd Mizgîn, şehîd Serhed û şehîd Sefkan dosya tên çêkirin. Ji aliyê gel ve hezkirinek ji bo vê bernameyê heye, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, ji derve jî tevlibûn çêdibe û kêfxweşiya xwe ji me re tînin ziman. Armanca me ew e ku em bêtir hunermendên xwe nas bikin, xwe bigihîjînin wan û dengê wan di bernameyên xwe de bi temaşevanan bidin guhdarîkirin.”

Paylaş
Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
    • Mijar
    • Bernameya Awazên We
    • Hojîn Hêriz
    • hunermend
    • Jin
    • Rêber Abdullah Ocalan
    • Rojava
    - Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

    Nûçeyên Têkildar

    Têkoşîna jinan a li hemberî ‘Yasaya Rewşa Kesane’ bi ser ket

    05/02/2025

    Fermandara YPJ’ê: Wê berê çeka me her tim li dijminan be

    03/02/2025

    Dewleta Tirk a dagirker kenê me qetil kir

    27/01/2025

    Kovara Jinê bi manşeta ‘Berxwedan,nasname û vejîn’ derket

    26/01/2025
    Logo
    Cuma, Haziran 13, 2025

    E-maîl : info@rojnameyawelat.com
    Malper : rojnameyawelat.com


    E-maîl : arsiv@rojnameyawelat.com
    Malper : arsiv.rojnameyawelat.com

    Yên ku derdikevin pêş

    ’12’emîn Kongra PKK’ê ne dawî ye destpêkek nû ye’

    12/05/2025

    PKK: Pêwîste Rêber Apo pêvajoyê birêve bibe

    12/05/2025

    HPG’ê şehîd Amed Botan bi bîr anî

    11/04/2025

    © 2020- Welat- All Rights Reserved

    Powered by Welat