Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Êzidî li dijî peymanê dest bi çalakiya nobedê kirin

Nerazîbûna civaka êzidî ya li dijî peymana navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku li dijî Şengalê pêk anîn, dewam dike.

Gelek saziyên êzidiyan ên li Almanyayê rêxistinbûyînê diyar kirin ku ew peymanê qebûl nakin û ji bo vê helwesta xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin li meydana Brandenbûrger Tor a li nêzî Meclisa Federal a Almanyayê ya li paytext Berlînê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Nobedê îro danê nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Saziyên ku pêşengiyê ji nobedê re dikin wiha ne: Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan li Almanyayê, Federasyona Meclisa Jinên Êzidî, Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê, Yekitiya Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê, Koordînasyona Meclisa Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê.

‘Em peymanê qebûl nakin’

Hevseroka Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK) Çîçek Yildiz bi navê saziyên êzidî daxuyanî da. Yildiz diyar kir ku ew ê peymana navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê hatiye kirin qebûl nekin û ji bo peyman bê betalkirin li qada dîplomasiyê dê karekî berfireh bikin.

Yildiz Çîçek destnîşan kir ku gelek derdor vê peymanê weke xiyaneta li civaka êzidî û Şengalê dibîne û wiha got: “Ev peymana ku tu aliyê xwe yê hiqûqî nîne û mafên mirovan binpê dike, xizmetê ji civaka êzidî re nake. Ji bo ev peyman pêk neye em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.”

Hevseroka NAV-YÊK’ê ji bo jiyana azad a êzidiyan bang li hikûmeta alman û welatên rojavayî kir û ji gelan xwest ku piştgiriya çalakiya wan bikin.

Çalakî dê heta 23’yê Cotmehê her roj saet di navbera 10:00 û 15:00 de pêk were. BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar