Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Fadîle Tok di roja 71’an de çalakiya xwe didomîne

Çalakiya greva birçîbûnê ya endama Meclisa Îştar ya Mexmûrê Fadîle Tok di roja 71’an de berdewam dike. Tenduristvan Bapîr Gundremoyî diyar kir ku Tok zêdeyî 13 kîlo daye, tansiyona wê radibe û dadikeve û pir bêtaqet e

Endama Meclisa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Fadîle Tok ji 20’ê çileyê ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Fadîle Tok di roja 71’an de jî mîna roja yekemîn di çalakiya xwe de bi biryar û manewiyata wê bilind e.

Têkildarî tendûristiya Tok, tendûrsitkar Bapîr Gundremoyî agahî da.

Bapîr Gundremoyî diyar kir ku Tok zêdeyî 13 kîlo daye û wiha got: “Fadîle Tok weke roja yekemîn bi biryar e û moralê wê pir bilind e. Lê di warê tendûristiyê pirsgirêk hene. Tansiyona wê radibe û dadikeve. Pir zêde bêtaqet bûye û nikare weke berê hereket bike. Heya niha zêdeyî 13 kîlo daye.”

Bapîr daxuyakirin ku her çend Tok pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê heye jî bi tu awayî naxwaze bide pêş û bi îradeya xwe ya xurt destûr nade tenduristiya wê bikeve rojevê.

Li gel Fadîle Tok çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya Mexmûrê di roja 107’an de didome. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar