Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Fêrbûna zimanê dayikê jî berxwedan e

Zarokên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne, bi hatina betlana dibistanan re niha li konên xwe fêrî zimanê xwe dibin. Zarokên ku tevlî perwerdeyê bûne gotin: “Fêrbûna zimanê dayikê berxwedan e û ziman nasnameya me ye.”

Şêniyên Efrînê piştî êrîşan li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûn. Niha têkoşîna jiyanê didin û jiyana xwe ya rojanê didomînin. Zarokên ku bi malbatên xwe re li kampê bi cih bûnê bi gelek tiştan re mijûl dibin û yek jî wan piştî betlaneya dibistanan niha li konan perwerda zimanê dayikê dibînin.

Zarok ji nûçegihana Jinnewsê Hesna Muhemed re axivîn û dan zanîn ku fêrbûna zimanê dayikê bi xwe şoreşek e. Mîran Oso bal kişand ser pirrengiya zimanan û wiha axivî: “Ji ber êrîşên dagirkeran em koçberê Şehbayê bûn. Em niha bi sê zimanan dixwînin. Mirov kîjan zimanê bizanibe ew jî pir rengiyek e. Berxwedana me bersiva hemû êrîşan e.”

 ‘Ziman hebûna mirovan şîrove dike’

Cûdî Ehmed kêyfxweşiya xwe ji bo perwerda zimanê kurdî anî ziman û wiha got: “Em zarok bi perwerda zimanê dayikê pir kêyfxweş in. Ji bo demê me vala neçin em perwerdeya zimanê kurdî dibînin û amadekariya dibistanê dikin. Ziman hebûna mirovan şîrove dike.”

‘Em li konan perwerdeyê dibînin’

Şevbîn Oso qala ferîbûna xwendînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em fêrî xwandinê bibin em tevlî vê perwerdeyê bûn. Em zarok bi israrin ku bi zimana xwe bixwînin. Li Efrînê hemû dibistanên me hilweşandin, lê em dîsa di bin konan de xwendina xwe berdewam dikin. Fêrbûna zimanê dayikê jî berxwedanek e.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar