Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ferhad Şamî: Dron berhema tecrûbeya gelê me ye

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDˋê Ferhad Şamî agahiyên der barê peymanekê navbera hêzên HSD û Îranê de ji bo wergirtina hezar û 500 dronan derewandin û got, “Dronên HSDˋê bi kar tîne berhema tecrûbeya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne."

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî der barê agahiya li ser peymana navbera hêzên HSD û Îranê de ji bo kirîna hezar û 500 dronan de daxuyaniyek da.

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Medyaya Tirkiyeyê ku piştgiriya siyaseta desthilata Tirkiyeyê ya qirkirina gelên herêmê dike nûçeyên derew belav dike. Medyaya Tirkiyeyê nûçeyek dûrî rastiyê û derewîn belav kir ku di navbera hêzên me û Îranê de peymanek heye ku hezar û 500 dron wergirin.

Armanca van agahiyên derew ku medyaya Tirkiyeyê belav dike ew e ku zirarê bigihîne hêz û gelê me û rewşeke dijberî doza gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo raya giştî ya navneteweyî çêke.

Şervanên me yên ku sûd ji pisporiya xwe di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞˋê de wergirtine, di demên borî de derfetên xwe yên leşkerî yên xweber bi pêş xistin û ji wan derfetan jî çêkirina dronan e. Ew dron berhema tecrûbeya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar