Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Ferhat Şamî: Bendava Tişrîn bi temamî di destê HSD’ê de ye

Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê yê HSD'ê Ferhat Şamî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a "Bendava Tişrînê bi temamî di bin kontrola SMO’yê de ye" derewand û got, “Bendav bi temamî di destê hêzên QSD’ê de ye. Em li vir in, em ê li vir bin."

Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhat Şamî, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a ku dibêje bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên SMO’yê de ye, derewand û li ser bendava Tişrînê daxuyanî da.

Ferhad Şamî ev tişt anî ziman:

“Îro 26’ê Kanûna 2024’an saet 17:20’an e. Em niha li bendava Tişrînê ne. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker bi rêya Wezareta Parastinê îdîa kir ku bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên dagirker de ye. Lê belê hebûna me û hevalên me yên li vir, gotinên wan vala derxist.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e hewl dide li dijî gelê herêmê qirkirinê bike, bi êrîşên xwe yên li ser bendavê û gundên derdorê re komkujiyên xwde didomîne. Şervanên HSD’ê bi hemû pêkhateyên xwe re 20 roj in berxwedaneke mezin dimeşînin. Şervanên HSD-YPG-YPJ’ê bûne bingeha serkeftinên ku gelê me li dijî dagirkeriyê bi dest xistiye. Wek tê dîtin ev bendav bi temamî di destê hêzên HSD’ê de ye. Pevçûn li derdora gundê Ebû Qelqel ê li bakurê bendavê ye.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide moralê çeteyên xwe yên li vir bilind bike. Di berxwedana 20 rojan de nêzî 450 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û gelek wesayîtên wan ên weke tank û top hatin rûxandin. Em li vir in û em ê li vir bimînin. Hevalên me li vir li ber xwe didin, derbên giran li dagirkeran dixin û ji bo parastina gel û herêma xwe canê xwe feda dikin. Em bang li hemû ciwanên xwe yên herêmê dikin ku di van refan de cihê xwe bigirin.

Îro roja şerefê ye, ev şer ne tenê şerê bendav û gundan e, şerê hebûnê ye. An em ê hebin, an em ê hebin, an em ê hebin! Pêwîste her kes bi moral û manewiyeke mezin were vir û tevlî berxwedanê bibe. Ev berxwedan wê siberoja me ronî bike û destê me xurt bike. Ger berxwedan nebe emê. stûxwar bin û li Sûriyeyê ti tiştekî me wê nemîne. Lê belê ev berxwedan wê hebûna me îspat bike û rewşa me ya pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Berxwedana me wê bi serketinê tacîdar bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar