Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Fermandar Ebû Leys: Armanca HSD’ê parastina gelê Dêrazorê ye

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam diyar kir ku armanca HSDˈê parastina gel û wiha got: "Armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk aşkere ne. Li hemberî her êrîşekê wê erka me parastina herêmê be. Em ê li hemberî çi xetereyên li ser gelê me mertaleke xurt bin."

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yên derbasî navenda bajarê Dêrazorê bûn, dîmenek parve kir. Di dîmen de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam xîtabî gelê Dêrazorê dike û girîngiya ketina hêzên meclisê ya nava bajar dike. Di dîmen de fermandar Ebû Leys El Xeşam wiha dibêje: “Hêzên me ji bo parastina şêniyên me yên li Dêrazor û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ û çeteyên Tirkiye derbasî Dêrazorê bûn. Bila gelê me yê li Dêrazorê ji van guhertinan netirse.”

El Xeşam derheqê hikumeta Şamê de jî “Gef, cûdakarî û nijadiya ku rejîmê derxistibû, êdî rabûne. Em jî ji gelê vê herêmê ne. Em ewladên we ne, em ji bo parastina herêmê hatine. Em ji bo rakirina zilmê li ser we hatine.”

Ebû Leys El Xeşam bi van gotinan armancên HSDˈê vegot “Armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk aşkere ne. Li hemberî her êrîşekê wê erka me parastina herêmê be. Em ê li hemberî çi xetereyên li ser gelê me mertaleke xurt bin.”

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê îro ragihandibû ku piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê, bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar