Duh Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên êzidî, bûn hedefa êrîşek hewayî ya dewleta tirk a faşîst. YBŞ’ê diyarkir di encama êrîşê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.Vê sibehê cenazeyê fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola a Şengalê ve hat birêkirin.
Piştre cenaze bi tevlîbûna sedan kesî ji mala wî hat girtin, li ber dengê dep û bilûran, bi gotina qewl, beyt û qesîdan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve tê birêkirin.
Cenaze wê bi merasîmek girseyî li goristanê were oxirkirin.










