Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Fermandar Rêzan bêteredut li ber xwe da û şehîd bû

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandar Rêza Çiya Efrîn bi rêz û hurmet bi bîr anî û got: “Heval Rêzan ê li gelek qadan têkoşîn meşand 3’yê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrîşeke dewleta Tirk û çeteyên wê de bêteredut li ber xwe û gihîşt şehadetê.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê fermandar Rêzan Çiya Efrîn (Evdo Ebdullah) bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirin û tinekirina gelan tên kirin, hevalên me yên gaziyên şer li gelek qadan di nav têkoşîn û berxwedaneke bi heybet de ne.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Gazîbûn ku di nav refên Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî pir bi rûmet e. Rêber Apo têkildarî gaziyan dibêje, ‘Gazîtî şerefek e. Bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo vê şerefê şertê bingehîn e’. Hevalên me yên gazî jî bi vê zanebûn û baweriyê, ligel hilgirtina mîsyona gazîtiyê ji bo parastina şeref û rûmeta gelên herêmê bêsekn berxwedan û têkoşînê didomînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêzan Çiya (Evdo Ebdullah) sala 1994’an li Efrînê ji dayik bû, bi têgihiştina ku ji warekî bi xak û gelê xwe ve girêdayî ye, di pêvajoya şoreşa Rojava de sala 2011’an tevlî nav refên şoreşê bû.

Bi dewamî hate gotin, “Hevrê Rêzan ê di gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê de cihê xwe girt, sala 2014’an li Serêkaniyê di şerekî de ji lingê xwe birîndar bû. Rêzan ê dildarê azadiyê bû, weke şervan û fermandarekî bi sekn û têkoşîna xwe ji bo heval û hevrêyên xwe mînak bû.

Heval Rêzan ê hema piştî tedawiyê careke din tevlî nav kar û xebatên têkoşînê bû, bi fedakarî û cesareta xwe di dilê gelên me yên herêmê û hevalên xwe de cih girt. Dilsozê Rêber Apo, heval Rêzan ê li gelek qadan têkoşîn meşand 3’yê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrîşeke dewleta Tirk û çeteyên wê de bêteredut li ber xwe û gihîşt şehadetê.

Weke hevalên têkoşînê yên hevrê Rêzan em soz didin ku heya dawiyê em ê şopdarên armanc û hêviyên şehîdên xwe bin. Bi hêza em ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin, em ê hemû gelên xwe bigihînin welatekî azad. Li ser vî esasî di serî de ji bo malbata hevalê me Rêzan, em ji tevahî heval û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Wê rêya şehîdan rêya me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar