Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Fermandara YPJ’ê: Em ê heta dawiyê ji bo azadiyê têbikoşin

Ji fermandarên YPJ'ê Şîraz Nîdal a ji Erebistana Siûdî destnîşan kir ku ew têkoşîna dozeke mafdar dimeşînin û got, "Min dewleta Tirk a faşîst, mejiyê wê yê terorîst û qirker di van êrîşan de hîn baştir nas kir. Em ê bi ruhê fedaî heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin.”

Piştî Heyet Tehrîr El Şam êrîşî Helebê kirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIş-SMO êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şervanên YPJ,YPG û HSD’ê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bendên berxwedanê danîn û pêşiya dagirkerî û qirkirinê girtin. Berxwedaneke bi vî rengî li gel çîrokên lehengiyê yên gel û şervanan ebedî dibe. Yek ji pêkhateyên bingehîn ên HSD û YPJ’ê ye ku di vê berxwedanê de ji destpêkê ve heye. Ji fermandarên YPJ’ê Şîraz Nîdal ku yek ji berxwedêran e ji nûçegihanê ANF’ê Serdar Semsûr re axivî. Şîraz Nîdal di nava şervanên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Tirkmen de xwedî cihekî taybet e. Carna bi stranan, carna jî bi henekên xwe moralê dide hevalên xwe. Bi coş û moral têdikoşe.

Fermandar Şîraz Nîdal ji Erebistana Siûdî ye. Min firsend dît ku li qada şer Şîraz Nîdal bibînim, pê re sohbet bikim û wê nas bikim. Şîraz Nîdal ji bo perwerdeya Tip û hemşîretiyê di sala 2018’an de hat bajarê Heleb ê Sûriyeyê. Şîraz Nîdal qala tevlîbûna xwe ya li nava refên YPJ’ê kir: “Min gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir û lêkolînên xwe timî bi pêş ve dibir. Her ku min xwend, min bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava fêhm kir. Wê demê vî fikrî gelekî bandor li min kir. Bi vî rengî min YPJ nas kir. Her ku min YPJ nas kir min li wateya jiyana xwe pirsî. Eger mirov nikaribe wateyê tevlî jiyana xwe û derdora xwe bike, hingî bê wate ye. Lêgerîna li azadiyê jî encamek ji vî fikrî bû.

Bi vê têgihiştinê sala 2020’î tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê timî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Li hemberî van êrîşan em di nava amadekariyan de bûn. Me hêzên xwe bi rêxistin kir. Serkeftina berxweedana îro encamek ji van amadekariyan e.”

Şîraz Nîdal destnîşan kir ku ew têkoşîneke mafdar dimeşînin û got, “Em ew şervan in ku xweedî armancê ne. Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê xwe dispêrin hilweşîn û talanê. Ji ber vê yekê di êrîşan de bi ser nakevin. Lewma êrîşên hewayî zêde dikin. Min dewleta Tirk a faşîst, mejiyê wê yê terorîst û qirker di van êrîşan de hîn baştir nas kir. Divê cîhan hemû vê dagirkerî û polîtîkayên talanê yên dewleta Tirk û çeteyên wan bibîne. Em ê bi ruhê fedaî heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar