Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve bê navber êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dikin. Şervanên YPJ û HSD’ê bi berxwedana dîrokî û bêhempa êrîşên çeteyên Tirk vala derdixin û derbên giran li dagirkerên Tirk didin. Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik têkoşîna li eniyên şer nirxand.
Fermandara YPJ’ê Kurdistan Dêrik beriya her tiştî di kesayeta berxwedêrên ku li Bendava Tişrînê, Pira Qereqozax û Dêr Hefir bi qehremaniyeke dîrokî şer kirin û canê xwe feda kirin, hemû pakrewanan bi bîr anîn. Kurdistan Dêrik diyar kir ku ew ê di şexse wan de heta dawiyê li ser riya wan têbikoşin û xeyalên wan pêk bînin. Kurdistan Dêrik berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Bendava Tişrînê cihê xwe digrin û li ber xwe didin, bi taybetî silav kir û got “Gelê me bi vê seknê bi şervanên xwe re bûye yek. Ev sekna gelê me ji bo me şervanan bû moraleke mezin. Em hêz û moralê xwe ji gelê xwe yê berxwedêr digrin. Elbet gelê me jî bi şervanên xwe serbilind in. Bi vê têkoşînê re jî dubare îsbat bû ku em weke şervanên YPJ’ê û HSD’ê bi gelê xwe re ne.”
Kurdistan Dêrik der barê berxwedana ku li Bendava Tişrînê bênavber didome de jî wiha got: “Zêdetirî 2 meh e dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê, hem ji bêjahî hem bi hewayî bi awayekî dijwar êrîşî gel û bendava gel dikin. Lê bi biryardariyeke xurt bersiva wan tê dayîn. Di her gav avetinê de neçar dimînin paşve vekişin. Çete bi hemû hewldanên xwe têk çûne û tu encamek negirtine.”
Kurdistan Dêrik di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bila baş bizanibe ku 13 sal in bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî dimeşe û wiha berdewam kir: “Heta van kêliyan jî ev berxwedanî didome. Vê yekê bandora xwe li hemû jinên cîhanê kir. Elbet dewleta Tirk jî herî zêde êrîşê jinên azad dike. Ji ber ku ji hêza jinên azad ditirse. Lê em bi biryar in axa xwe, welatê xwe biparezin. Soza me ji bo gelê me, şehîdên me heye, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li ber xwe bidin. Em aşiqê şer nîn in lê ger êrîşek li ser hebûna me hebe, em ê bi hemû hêza xwe parastina xwe ya rewa esas bigrin.”
Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî de xeteriyeke mezin li ser jin, zarok û civakê heye. Li beramberî vê tewanên şer ên dewleta Tirkiyê didomin. Kurdistan Dêrik li ser vê mijarê diyar ku ew ji bo gel ji her cure êrîşan biparêzin, têkoşîneke bi bandor dimeşînin û got: “Em wek zarokên vî gelî, erk û berpirsyariya me parastina ax û welat e. Dewleta Tirk û çeteyên wî hovîtiyê dikin. Desteserkirin, talan, destdirêjî, dizî û dagirkerî rêbazên wan ên sereke ne. Ev jî sûcên şer in. Zarok, pîr, kal, jin û ciwanan dikin hedefa êrîşên xwe. Bi awayekî herî hovane dixwazin axa me dagir bikin, wêran bikin lê ev ax a vî gelî ye. Em jî weke zarokên vî gelî heta dawiyê mafdar in bersiv bidin û pêşî li dagirkeriyê bigrin. Em li vir rûmeta gelê xwe diparezin. Em metirsiya li pêşberî gelên xwe qebûl nakin.”
Kurdistan Dêrik Şerê Gelê Şoreşgerî ku li Bendava Tişrînê bi îradeya ji pola ya gelên herêmê tê raberkirin weke nîşaneya serkeftina gelan pênase kir û wiha got: “Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gelê me bi coş û moralek mezin li bendavê bi şervanên xwe re kêliyên dîrokî dinivîsîne. Ew nikarin bihostek ji axa me derbas bibin. Vîn û berxwedana vî gelî pir mezin e. Çawa ku li hemberî her hovîtiyê, gelê me dibêje ‘serkeftin’ ev tê wê wateyê ku kes nikare vîna vî gelî bişkîne.”
Kurdistan Dêrik di dawiya axaftina xwe de got: “Dibe ku di vê berxwedanê de gelek berdelên giran tên dayîn lê em xwedî vîneke pir xurt in. Gel pir xurt li pêşiya êrîşan disekine. Heta şervanek jî li ser rûye erdê bimîne, em ê têkoşîna xwe, şerê xwe û berxwedana xwe bimeşînin. Em rê nadin dagirkeriyê, em di wê baweriyê de ne ku serkeftin a me ye. Ya gelên Bakur û Rojhilate Sûriyeyê ye. Em ê hedef û armanca rêhevalên xwe yên şehîd pêk bînin.”