Hevseroka Konseya Parastinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Ehmed têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivî. Semîra Ehme a ku jinek Ereb e û yek ji fermandarên YPJ’ê ye bal kişand ser komploya li ser Rêber Apo û têkoşîna jinan a li dijî vê komployê û wiha got: “Jin, bi taybetî li Bakur Rojhilatê Sûriyê, rastî zext û zilmê hatin. Bi taybetî Reqa bûbû keleha DAIŞ’ê û li wê derê li dijî jinan zilma nedîtî hebû. Jin bûbûn kole, rastî êrîşên hovane hatibûn. Li dijî vê zilmê bi daxwaza tolhildanê ez tevlî têkoşîna azadiyê bûm. Armanca min ew bû ku tola hemû jinên zilm li wan tê kirin bigrim û wan ji êrîşan biparêzim. Ez jineke Ereb im, ji bo mirovahiyê tevli têkoşînê bûm û ji bo ku herêma me ji rêxistinên terorîst paqij bikim min şer kir.”
Fermandar YPJ’ê Semîra Ehmed bi van gotinan behsa şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk kir: “Ji sala 2012’an heta niha, jin bi zext û cudakariyê re têdikoşin. Ne rejîma Beasê ya berê, ne jî rêveberiya demkî ya îro ji bo azadiya jinan tiştek nakin. Têkoşîna jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyê, nîşan da ku ew dikarin hemû zoriyan têk bibin. Jinan dawî li zilma DAIŞ’ê ya li herêmê anîn û îro jî li dijî dagirkeriya Tirk têdikoşin. Jin ne tenê li dijî dagirkeriyê rabûn ser piya, di heman demê de di refên pêş ên eniyan de cîhê xwe girtin û destkeftiyên gelan û şehîdan parastin.
Semîra Ehmed diyar kir ku jinan hêza têkoşînê ji felsefeya Rêber Apo girtine û axaftina xwe wiha domand: “Rêber Apo, bi fikir û felsefesiya xwe ji bo jinan hêzeke mezin afirand, bi saya wî jin bûn pêşengên civaka xwe û bi pêş ketin. Ramanên wî, tenê bi Bakur Rojhilatê Sûriyê re bi sînor neman; li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûn. Îro li gelek zanîngehên cîhanê, ramanên Rêber Apo bûne ders. Projeya wî, ji bo gelên bindest, çavkaniya hêviyê ye û li dijî zextên dewletên kapîtalîst alternatîfek e.
Semîra Ehmed, bal kişand ser Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, wê rojê wek ‘Roja Reş’ bi nav kir û wiha domand: “15’ê Sibatê, tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên, mirovên ku ji ramanên wî bawer dikin roja şînê ye. Ev komplo ne tenê li dijî kesek, li dijî hemû gelên herêmê yên demokrasî û azadiyê dixwazin hatiye kirin. Rêber Apo, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan çareseriyê pêşkêş dike. Azadiya Rêber Apo dikare dawî li şer û krîzên li Rojhilata Navîn bîne. Îro em jin, bi saya wî dizanin em kî ne û azad in. Ji ber vê, em dixwazin azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk were.”
Fermandara YPJ’ê Semîra Ehmed, diyar kir ku bi felsefeya Rêber Apo jinan şoreşek mezin li dar xistine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me jinan bi ramanên Rêber Apo şoreşek li dar xist. Di şopa şehîdên xwe de, bi felsefeya wî em meşiyan. 15’ê Sibatê, em ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê roja şînê dibînin û em hêvî dikin ku îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ew rêberê azadiya mirovahiyê ye û em jî wek gelên ku azadiyê dixwazin, di riya Rêber Apo de dimeşin.”