Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Fermandara YPJ’ê Katalonya ziyaret kir

Li ser vexwendina Seroka Parlamentoya Katalonyayê, Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik çû serdana vê welatî û bi nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anî.

Sozdar Dêrik li ser vexwendina parlamentoya Katalonya ku herêmek xweser a girêdayî Îspanyayê ye, çû vî welatî.

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li vir bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê Alba Vergés  Bosch, nûnerê Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê ( ERC – Esquerra Republicana de Katalonya)   Wagensberg re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina YPJ’ê dane, di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê, êrîş û şantajên (mijara avê û hwd.) dewleta tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di warê leşkeri, siyasî û civakî de tê meşandin jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn û bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cihanê metirsî ye, ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin.

Fermandar Dêrik tevli bername û panelan bû

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik ku rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî wê da, tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. Her wiha di panelek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve hat birêvebirin û zêdetirî 400 kes beşdar bûn de jî, pirsên mêvanan bersivandin.

Sozdar Dêrik tevlî fuara pirtûkan a li Barcelonayê jî bû. Di dema serdana Dêrik a fuarê de pirtûka nivîskar Dilar Dirik a bi navê “Tevgera Jinên Kurd/Dîrok, Teorî û Pratîk” ku têkoşîna jinên kurd vedibêje jî, hat danasîn.

Hevditinên Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik didomin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar