Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civîna xwe ya asayî bi beşdariya fermandarên meclisên leşkerî û tevahî saziyên leşkerî yên girêdayî HSD’ê lidar xist.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî amade bûn. Mazlûm Ebdî bi berfirehî li ser geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Her wiha Ebdî peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd – Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin û bandorên siyasî û leşkerî yên peymanê şîrove kirin. Li kêlek wê jî Ebdî bal kişand ser hewldanên xwecihî û navneteweyî ji bo agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê.
Piştre fermandarên meclisên leşkerî raporên xwe yên leşkerî xwendin û behsa serketinên pêk hatine û pêşdeçûnên di teşeya meclisan de çêbûne kirin.
Her wiha beşdarên civînê behsa kêşe û pirsgirêkên li pêşiya xebatên meclîsan kirin û bi Fermandariya Giştî re rêbazên derbaskirinê nîqaş kirin. Fermandariyê jî ew yek rexne kir û hişyarî da fermandarên meclisan ku ew mijar werin derbaskirin û rewşên nû yên Sûriye û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibin re adepta bibin.
Fermandariyê xwest ku perwerdeyên leşkerî zêde bibin û hêzên leşkerî ji bo dan û standina li hember her rewşî amade bin.