Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan, li ser gora xwe ya li navçeya Elbîstanê hat bibîranîn

Siyasetmedara jin a kurd Fîdan Dogan a li paytexta Fransa Parîsê bi siyasetedarên kurd Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re, di 9’ê Çileya 2013’an de hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a girêdayî navçeya Elbîstan a Mereşê hat bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û xizmên Dogan beşdarî bîranînê bûn.

Leşker û polîsan berî bîranînên, tax û goristan dorpêç kirin. Leşkeran bi dronê bîranîn şopandin. Jinên beşdarî bîranên bûn, şelpên xemrî dan serê xwe.

Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi ser komkujiya li Fransayê pêk hat re sal derbas bûn. Lê hîn jî ev komkujî nehatiye ronîkirin. Di warê hiqûqî de tu gavên şênber nehatin avêtin. Qatil nehatin aşkerakirin. Ev komkujî bi awayekê plankirî li ber çavê cîhanê pêk hat. 3 şoreşgerên jin li Parîsê hatin qetilkirin. Divê rayedarên Fransayê yên wê demê xwe berpirsiyarê vê komkujiyê bibînin. Têkoşîn û sekna Sakîne, Fîdan û Leyla, hêzek mezin da têkoşîna gelê kurd. Em ê li ser şopa wan her daîm têkoşîna xwe dewam bikin.”

Girseyê piştî axaftinê qerenfîl danî ser gora Dogan û piştî bîranînên dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kir. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar