Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Foza Yûsif: Dewleta tirk li herêmê paqijiya etnîkî dike

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif di foruma NRLS’ê de axivî û got; ‘Dewleta tirk bi destûra DYA û Rûsyayê êrîşî herêma me kir. Li herêmê paqijiya etnîkî dike û demografyaya herêmê diguherîne. Lê em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin.’

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî êrîşên qirkirina etnîkî yên dewleta tirk û polîtîkayên guhertina demografyaya herêmê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, forumekê pêk tîne. Forum li avahiya navendî ya Sendîkaya Kedkaran a Rimêlan a Qamişloyê bi rengê sê rûniştinan pêk tê. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif di forumê de axivî û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Foza Yûsif anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke zehmet de ye. Yûsif da zanîn ku dewleta tirk bi destûra hêzên DYA û Rûsyayê dest bi êrîşê kir û li herêmê qirkirina etnîkî dike û demografyaya herêmê diguherîne.

‘Dixwazin pêkhateyên herêmê tune bikin’

Di berdewamê de jî Yûsif diyar kir ku dewleta tirk tevî hemû kiryarên xwe jî bi ser neket û wiha pê de çû: “Hê jî êrîşî herêmê dike. Dewleta tirk bi van êrîşên xwe dixwaze pêkhateyên herêmê tune bike. Dixwaze fitneyê bixe navbera pêkhateyan. Çeteyên DAIŞ’ê bi navê koçberên Sûriyeyî li hev kom kiriye û bi wan êrîşî herêmê dike. Erdogan dixwaze îradeya me têk bibe. Em 8 sal in xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê parastina xwe dewam bikin.”

‘Ji bîr nekin ku DYA û Rûsyayê destûr da dewleta tirk’

Herî dawî jî Yûsif ev tişt destnîşan kir: “Gelê me dê tu carî ji bîr nekin ku DYA û Rûsyayê destûr dan Tirkiyeyê ku êrîş bike. Bi navê ol li Serêkaniyê û Girê Spî êrîşî gel dikin. Dewleta tirk gefê li hemû pêkhateyan dixwe. Gelê me dê li ber kiryarên li Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifatê rabe. Divê em şehîdên xwe yên ku ji bo me, ji bo xaka me canê xwe feda kirin nas bikin. Em ê destkeftiyên şehîdan ji kesî re nehêlin. Em ê vê xakê ji dagirkeran biparêzin, li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Ger em bibin yek, dê tu hêz nekarin li hemberî me bisekinin.”

Forum dê piştî sê rûniştinan di dema êvarê de bi civîneke çapemeniyê bi dawî bibe. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar