Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Fragmana belgefîlma Siya Avê hate weşandin

Fragmana belgefîlma Siya Avê ku çîroka gundê Ewtê yê Sêrtê ku ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de ma vedibêje, hate weşandin

Bi Bendava Ilisuyê re gelek gund, navçe û warên jiyanê yên li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê di bin avê de dimînin. Dîsa warê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîf jî di bin avê de dimîne. Li gorî lêkolînan, bi giştî 199 şûnwar dê di bin avê de bimînin. Piştî di meha tebaxê de çavên bendavê hatin girtin û av bû gol, heta niha herî kêm 35 gund di bin avê de man. Gola bendavê roj bi roj mezin dibe û av belav dibe.

Yek ji şûnwarên ku di bin avê de dimîne jî gundê Ewtê yê Misircê ya Sêrtê ye. Belgefîlma Siya Avê ku çîroka gundê Ewtê tîne ziman hate kişandin. Piştî nûçegîhanê ajansa me Metîn Yoksu belgefîlm xelas kir, fragmana belgefîlma Siya Avê weşand.

Belgefîlm çîroka 2 jinên li gundê Ewtê ji dayik bûne tîne ziman. Jinên ku gundê wan di bin avê de dimîne, beriya ku gund di bin avê de bimîne cara dawî diçin gundê xwe ziyaret dikin û ji bo bîranîna gundê xwe yê hemû jiyana wan li wir derbas bû, lorîkan dilorînin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar