Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Fransa fermandariya fezayê ava dike

Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron diyar kir ku der barê fezayê de ku bûye qadeke têkoşînê fermandariyeke leşkerî wê bê avakirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya merasîma cejna neteweyî ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û fermandariyeke leşkerî ya der barê fezayê ragihand.

Macron wiha got: “Ji bo em kapasîteya xwe ya fezayê xurt bikin û bi pêş ve bibin, di meha Îlonê de wê fermandariyeke mezin a fezayê bê avakirin.” Macron li pêşberî civata leşkerî axivî û diyar kir, ev fermandarî wê di bin sîwana Hêzên Hewayî de be, lê di ehamn demê de wê di nava wê de Artêşa Hewa û Fezayê hebe. Macron sala derbasbûyî ragihandibû ku Fransa wê bibe xwedî stratejiyeke parastinê ya fezayî.

Macron anî ziman ku ev yek êdî amade ye û got, “doktrîna leşkerî û fezayê ya nû ku wezîr (wezîra artêşê Florence Parly) pêşkêşî min kir û min pejirand, wê parastina me ya fezayî ji fezayê misoger bike. Em ê agahiyên xwe yên der barê rewşa fezayî de xurtir bikin, peykên xwe hîn bi rengekî çalak biparêzin.”

Di rewşa heyî de hêzên herî mezin ên li fezayê DYE, Çîn û Rûsya ne. Her sê hêz ji bo li fezayê serwer bin di nava pêşbirkê de ne. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar