Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Gardiyanan êrîşî girtiyên ji Doza Nisêbînê kir

Girtiyên ji Doza Nisêbînê yên ku ji bo danişînê anîn, li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê hatin derbkirin. Girtiyan da zanîn ku gardiyanan lêgerîna tazî li wan ferz kiriye û hatine derbkirin

Di 14’ê adara sala 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Piştî qedexeyê jî ji kesên di 26’ê gulana heman salê de ji navçeyê hatin tehliyekirin 53 kes jê hatin girtin. Danişîna 6’emîn a Doza Nisêbînê dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk dîtin.

Girtiyên ji dozê de danişîna din de beşdariya bi rêya SEGBÎS’ê qebûl nekirin. Hat zanîn ku girtî dê sibê tev li danişînê bibin. Ji bo vê jî girtî ji girtîgehên Bafra, Osmaniye, Xarpêt, Tokat û Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku ji girtiyan hunermend Erkan Belî û Serkan Tan ku dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê anîn, hatine derbkirin. Hat ragihandin ku Tan û Belî qederekê li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê hatine sekinandin û ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine, hatine derbkirin. Her wiha hat gotin gardiyanan heqaret jî li wan kiriye.

Lêgerîna tazî ferz kirin

Têkildarî mijarê xizmên girtiyên hatin derbkirin axivîn. Malbatan diyar kir ku girtiyan aniye ziman ku ew bi rîngê anîne girtîgehê û ev agahî dan: “Li Xarpêtê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin lê red kirin. Li ser vê yekê jî gardiyanan êrîş kir. Gardiyanan heqaret li girtiyan kir, bi pehn û kulman êrîşî girtiyan kir.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar