Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gazinan ji nifşên nû dike

Hasan Tunç ê 68 salî, şêwekar, hostekarekî huner, firotina berhemên wan û restorasyonê ye. Tunç gazinan ji nifşê nû dike, dibêje, ew bi tiştên din re mijûl in

Hostekarê resma ronesansê, restorator û berhevkerê berhemên hunerî, berhemên xwe li kafeya lawîniyê nîşan dide. Şêwekar Hasan Tunç resmên xwe yên bi stîla ronesansê li kafeya lawîniyê ya bi navê Lowestoft Cafe ya li Lowesoft a li Îngilistanê dadiliqîne û dike ku mişteriyên kafeyê bi heyranî li wan binihêrin.

Hasan Tunç ê 68 salî, şêwekar, hostekarekî huner, firotina berhemên wan û restorasyonê ye. Hasan Tunç li Kurdistanê hatiye dinê û li Swêdê mezin bûye. Salên 80´yî li Parîsê hunerên bedew dixwîne, sala 1987´an vedigere Swêdê û li wir galeriya xwe vedike. Ew demekê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dimîne, li wir hem karê aşpêşjiyê dike û hem jî li zanîngeha Wisconsinê dersên hunerê dide.

Axir ji sala 2007´an ve ew li Îngilistanê bi cih dibe, li Brighton û Bathê dimîne. Paşê jî li Lowestoftê bi cih dibe. Ev salek e ku li vî bajarî ye. Berhemên wî jî li vê kafeyê daliqandî ne, ku xwediyê wê lawiniyê wî ye.

Gava behsa xwe dike, wiha dibêje: “Ez berhevkerekî baş ê huner im, lê ez hîna jî şêwekariyê dikim.” Ya rastî ew peykeran û xişiran jî çêdike.

Hêvî û xewn karê hunermendan e

Ew dibêje, ew hez ji hemû berhemên xwe dike, lê wisa dewam dike: “Hin ji wan berheman ên li ser mijarên kurdewar e, girêdana min a bi wan ve bêhtir şexsî ye.”

Sala 2015´an di şewatekê de rastorana wî ya li Brightonê bi temamî şewîtîbû û kiribû ku ew êdî hew karibe li vî karî vegere.

Hasan Tunç gazinan ji nifşê nû dike, dibêje, ew bi tiştên din re mijûl in. Li gorî wî êdî hunermendên mezin nagihin, lê hêviyeke wî jî heye: “Divê hûn hêvî û xewnan bidin xelkê, tenê hunermend dikarin vê bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar