Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gel berxwedana şervanan silav kir: HSD û YPJ rûmeta me ne

Şêniyên Kantona Firatê yên Bajarê Kobanê ji bo piştgiriya bi HSD û YPJ’ê re meşeke girseyî li dar xistin û berxwedana HSD’ê û YPJ’ê silav kirin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û ji bo piştevaniya bi HSD, YPJ û YPG’ê re bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ya bajarê Kobanê meşeke girseyî li dar xistin. Di mêşe de biryardariya ji bo parastina bajarê Kobanê derket pêş û gel piştavaniya xwe ya bi HSD, YPJ û YPG’ê re careke din dubare kir.

Meş bi tevlibûna hemû sazî û dezgehên Kontona Firatê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ û ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’ dest pê kir û heta qada şehîd Egîd domiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê şêniyên Kantona Firatê Peyman Eloş axivî.

Peyman Eloş wiha got: “Îro kombûna me tevahî li vir ji bo piştgiriya hêzên me yên bi rûmet, hêzên parastina gel ên ku vê axê diparêzin, Yekîneyên Parastina Jin YPG, Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD ku 14 sal in vê axê diparêzin bênavber her dem li ber xwe didin. Îro Kombûna me ya li vê derê ji bo berxwedan û piştgiriya YPG, YPJ, HSD’ê ye û em berxwedaniya wan pîroz bikin.

Ev zêdetirî 20 rojan e li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê şervanên me li ber xwe didin û berxwedaniyek dîrokî tê meşandin. Şervanên me bi biryar in ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin û gel û welatê xwe ji dewleta Tirk biparêzin. Di vê şoreşê de yên ku welatê xwe parastin û nirxekî girîng dan û parastin, YPG,YPJ û HSD ne. Ew pêşeng û parêzvanên jiyana azad a hemû gelan in.”

Meş bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana HSD’ê’, ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar