Pîrozbahiyên Newrozê bi hemû reng û coşa xwe didomin. Li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Piranî ciwan û jin tev li pîrozbahiyê bûbûn. Piştevaniya gel a bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li pîrozbahiyê da.
Welatiyên tev li pîrozbahiyê bûn, diyar kirin ku ew banga Rêber Apo girîng dibînin û hewceye dewlet jî gavan biavêje. Welatiyan, wiha gotin: “Em dixwazin Rêber Apo ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin Serokê me di nav gel de be û di Newrozê de biaxive.”