Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin!
Silav ji biratiya herdû gelan re ku bi coşeke mezin, bi rihê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin!
Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jiyanê!
Gelê ku di dolikên Zagros û Torosê de, navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund û bajarvaniyê re dayikî kiriyê, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê Kurd re silav…!
Ev şaristaniya herî kevnar ya hezar salan, Kurdan, bi hevkarî û biratiya civakên derdorên, xwe avakirine û bi wan re di nav aştiyê de jiyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Erciyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne. Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, ji bo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, hertim hewldane ku desthilatdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.
Emperyalîzma rojava yî, di vê dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi midaxalyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya netew dewletî bipêşbixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina desthilatdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hevdû.
Serdema ferasetên, mijoker, redkar û çewsîner bi dawî bu ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev re dibêjin bese.
Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin. Serhildana min, a ku di destpêkê de wekî take kesî li hember, bê çaretiyê , nezaniyê û xulamtiya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pêkir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendiyeke berxwedêr, ya li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û riheke nû bû.
Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye, ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekî ye. Şerê me, li hember çewisandinî bû, li hember nezanî bû, li hember bêedaletî bû, li hember paşvemayinê bû, li hember her cureyên zext û zordariyan bû. Em îro edî, ji bo Tirkiyeke nû, ji bo Rojhilata Navîneke nû, ji bo siberojeke nû hişyar dibin. Bangewaziya min, ji bo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, ji bo dayikên pîroz ên ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min ji bo dostên ku bi serî û çevên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî guhên wan li dengê min e;
Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku bi giranî ji siyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê destpê dike. Feraseta ku mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digre bi pêşdikeve.
Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbuha dan. Ev fedekarî û ev têkoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nû ve bidestxistin.
Edî bila çek bêdeng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr, raman û siyaset pêş bikeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarûmar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê Tirk,Laz, Çerkes, Kurd, ji tevahiya mirovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hember şahidiya milyonan, ku guhdariya min dikin, dibêjim ku; êdî pêvajoyeke nû destpê dike. Çek na, siyaset dê pêş bikeve. Edî em hatine merhaleyeke wiha girîng ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê. Ez bawer dikim, yên ku baweriya xwe bi min anine û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê li ber çavan bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye. Ev ne dev ji têkoşînê berdane, destpêkirina têkoşîneke cuda ya nû ye.
Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek neteweyî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyî mirovahiyê ne ku tê wateya înkarkirina eslê me. Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm karibin bi hevr e, wekhev û di nav aştiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Ereb û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî bibînin.
Gelê Tirkiyeyê yê rêzdar;
Bila gelê Tirkiyeyê zanibe ku heke îro di Anatolyaya qedîm de, dibin navê Tirkiyeyê de dikarin bijîn, viya deyndarên, hiqûqa hevkarî û biratiya Kurd û Tirk a hezar salane ku dibin ala biratiya îslamiyetê de pêkhatiye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar,r ed, pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye. Polîtîkayên kapitalîst a modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahiya hiqûqa dîrokî û biratiyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên dijber hiqûqên dîrokî û biratiyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne. Ji bo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdû hezên Rojhilata Navîn ên sereke û sitratejîk mil bidin hev û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk avabikin.
Dem ne dema dijberî, şer û pevçûnan e, dem dema tifaq, hevkarî û hev hembêzkirin û helalkirinê ye.
Gelê Kurd û Tirk bi hevkarî şerê azadiyê kirin û li Çanakaleyê di hembêza hev de şehîd bûn. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclisa Tirtkiyê Ya Mezîn (TBMM) bi hev re vekirin. Rasteqîniya dîroka me ya hevpar, rastiya dahatiya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansaziya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclisa Tirkiyeyê ya Mezin îro jî serdema nû ronî dike.
Tevahiya nûnerên civakên bindest, nûnerên çînî û çandî; Bangewaziya min ew e ku; çîniyên bindest ên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahiya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatinê hiştin, yekane vebijêrka xelasiyê, di avakirina modernîteya demokratîk de ye, tê de cih bigirin, hişmendî û pergala wê fêr bibin.
Lê eger û daxwaza Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ew e ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne. Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi biratî bijî heye. Ji bo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengiya çandên erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatolyayê jênegere.
Wekî ku demek nêzik de di çarçoveya Mîsak-î Mîlî de bi hevkariya Tirk û Kurdan têkoşîna azadiyê hatibû dayîn, îro jî têkiliyeke wekî bermayiya wê, ji wî firehtir, kûrtir û rojane em dijîn.
Li gel tevahiya kêmasî û şaşiyên not (90) salên dawîn, carek din em tevahiya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewaziya me ew e ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekheviyê, azadî û demokratîkbûnê xwe birêxistin bikin.
Li dijberê Mîsak-î Milî Kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûriyeyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Bangewaziya min ew e ku; Kurd, Tirkmen, Asûr û Ereb di bin banê “Konferansa Hevkariya Neteweyî û Aştiyê” de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigihêjin û xwediyê biryarê bin.
Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê em ê biratiyê avabikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê em ê yekîtiya gelan avabikin. Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê li ber xwe bidin, dê herin terîşê.
Gelên heremê şahidiya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ji şer û pevçûnan, ji hev qutbûn û ji perçebûnan gelek westiyane, lewre edî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevdû bigirin, mil bidin hev û ji nû ve rabin ser piyan.
Ev Newroz ji bo me tevahiyan mizgînî ye.
Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgîniyeke nû dikevin jiyanê. Mirovahî hewl dide ku windahiyên xwe carek din bidest bixe.
Em tevahiya destkeftiyên şaristaniya hemdem ê rojava red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigrin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezek çêdikin û jiyanî dikin.
Hîma têkoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîk e, pêngaveke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirine.
Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgirî didin çareseriya demokratîk û aştiyê,
Silav ji wan re, yên ku ji bo biratî, wekhevî û demokrasiya azad berpirsiyarî digirin ser milên xwe,
BIJÎ NEWROZ, BIJÎ BIRATIYA GELAN