Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gel serhildana xwe didomîne

Piştî bangawaziyên protestoyê, li seranserî Îran û Rojhilat gel daket kolanan û çalakî li dar xistin

Ji bo ku di 30 û 31’ê çileyê û 1’ê sibatê de li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî bên lidarxistin, bangawazî hatibûn kirin. Li ser vê yekê li seranserî bajarên Rojhilat û Îranê çalakî hatin lidarxistin. Li bajarên weke Sine û Bokanê yên rojhilatê Kurdistanê gel daket kolanan, agir vêxistin û bi girtina rêyan re hikûmet protesto kirin.

Li bajarên Tehran, Meşhed, Yezid û Îsfehan ên Îranê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Zext û zordariya hêzên rejîmê ya li ser çalakvan û hemwelatiyan berdewam dike. Hat ragihandin ku duh li bajarên Rojhilat bi dehan kes hatine binçavkirin. Di heman demê de melayên bi navên Îbrahîm Kerîmî û Lokman Emînî jî bi sedema ku piştgirî dane çalakiyan, hatin binçavkirin.

Tê gotin ku tevî hemû zextan dê li seranserî bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî berdewam bikin.

Çalakiyên li Rojhilat û Îranê di 16’ê îlona 2022’yan de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kiribûn. Li gorî daneyan, heta niha 500 kes di çalakiyan de hatine qetilkirin û zêdetirî 19 hezar kes jî hatine binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar