Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

Gelê Arjantînê berxwedana gelê kurd silav kir

Li Arjantînê di meşa Roja li dijî Dîktatoriyê de piştgirî ji gelê kurd re hate dayîn û di meşê de hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

Li Arjantînê mîna her sal 24’ê Adarê gel di ‘Roja Têkoşîna li dijî Dîktatoriyê’ de daket kolanan. Meş ji aliyê EMVyJ (Platforma Bîr, Heqîqet û Edaletê) ve hate lidarxistin û bi sed hezaran kes tev li bûn.

Meşê heta Meydana Plaza Mayo dewam kir û Dayikên Plaza Mayo yên ji dema dîktatoriyê heta niha ji bo zarokên xwe yên winda daxwaza edaletê dikin, nûnerên saziyên mafên mirovan, malbatên girtiyan, malbatên ciwanên di dema dawî de ji aliyê dewletê ve hatin kuştin û nûnerên kurdan tev li bûn.

Di çalakiyê de peyama EMVyJ’ê hate xwendin ku ji bo piştgiriya bi têkoşîna gelê kurd hate amadekirin û di peyamê de wiha hat gotin: “Em berxwedana gelê kurd ê leheng silav dikin ku li dijî rejîma Erdogan a faşîst dikin. Em piştgiriyê didin Tevgera Jinên Kurdistanê ku ji jinên dinyayê re bûye mînak.”

Di peyamê de berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate silavkirin û ew tişt hat diyarkirin: “Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi hezaran kurd niha li girtîgehan û çar aliyên dinyayê di greva birçîbûnê de ne. Em piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe yên kurd, divê dewleta tirk a faşîst û Erdogan ê dîktator dawî li tecrîdê bîne; divê girtiyên siyasî azad bibin.”

Her wiha di gelek kortejên meşê de wêneyên Leyla Guven û pankartên bi piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurd hatin hildan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar