Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

Gelê Başûr dê sibê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan

Dê 10 partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê sibe li dijî dagirkeriya dewleta tirk dakevin qadan

Dewleta tirk a dagirker ku di 23’yê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonên dagirkirina herêmê, qetilkirina sivil û wêrankirina xwezaya axa Kurdistanê kiribû didome. Her wiha bi çalakî û bersivdayîna hêzên gerilayan şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin. Ligel vê bertek û nerazîbûnên gel, sazî,rêxistin û partiyên kurd ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk her ku diçe zêde dibe.

Li dijî van kiryarên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan wê sibe li Silêmaniyê dijî dagirkeriya dewleta tirk, meşek girseyî li dar bixin. Partî û rêxistinan banga tevlîbûna meşê li tevahiya gelê Başûr kir.

Meş ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvanên ku di bin navê “Navenda Kar a Nîştimanî” de hatin cem hev ve tê organîzekirin.

Têkildarî meşê, îro li salona Sînemaya Salim a Silêmaniyê bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinan daxuyaniyek hat dayîn.

Berdevkê Navenda Karê Nîştimanî Nebez Xalid daxuyanî xwend û da zanîn ku wê sibe meşek giştî li bajarê Silêmaniyê dijî dagirkeirya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê lidar bixin.

Nebez Xalid diyar kir ku dê meş di saet 17.00’an de li Şeqama Salim (Rêya Saholeke) ya Silêmaniyê dest pê bike û li Baxê Giştî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Xalid bang li tevahiya gelê Başûr kir ku tev li meşa dijî dagirkeriya dewleta tirk bibin.

Partî û rêxistinên di bin Sîwaneya Navenda Karê Niştimanî de hatine cem hev ev in:

Hîzbî Şuî (Komunîst

Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan

Yekitiya Komunîstan

Tevgera Azadî

Gruba Heng

Rêxistina Sewz a Kurdistanê

Rêxistina Suriştî ya Kurdistan

Asoyê Nû

Sekoy Dijî Dagirkerî

Desteya Destpêşxerî Bo Konferansî Niştimanî

SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar