Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gelê kantona Cizîrê: Gerîla rûmeta gelan diparêze

Gelê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, berxwedana destanî ya gerîla ya li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker silav kir û anîn ziman ku gerîla rûmeta gelan diparêze.

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dagirkeran re, rojane dadikevin qadan.

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, êrişên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin. Dayika 2 şervanên Yekîneyên Jina Azad (YJA-Star) Bêrîtan Zîlan û Hêlîn Bêrîtan, Zîlan Roj wiha axivî: “Gerîla ji 45 salan ve ji bo doza Kurd û azadiya gelan tê dikoşin. Ew rûmeta me diparêzin û ji bo avakirina welatekî azad, li ber xwe didin.”

Zîlan hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: “Bila PDK`ê bizane ku ji vê xiyanetê dîrok dê wê lanet bike.”

Şêniyê bi navê Îdrîs Mela Şerîf jî got: “Gerîla hebûn û hêviya me ne. Ji bo mirovahiyê û parastina rûmeta gelan, bidestxistina edaletê tê dikoşin. Bi saya wan em hene. Ji ku gelên herêmê her tim rûbirûyî planên qirkirinê û înkarkirinê yên dijminan in û hewl didin nasname û dîroka me tune bikin.”

Mela Şerîf wiha berdewam kir: “Gerîla, hêza yekane ye ku dikare rûmeta me biparêze, edaleta civakî ji bo me bi dest bixe û siberojeke bi azadiyê û demokrasiyê geş, ava bike.”

Her wiha Mela Şerîf destnîşan kir ku PDK`ê bi dîroka xwe ya tije xiyanet tê naskirin û PDK`ê bi “şaneyeke kanserê di bedena neteweyekê de ku divê ji kokê ve bê rakirin” wesifand.

Mela Şerîf diyar kir ku armanca dewleta Tirk û ajanên wê diyar e ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin û wiha pê de çû: “Em serî ji kesekî re natewînin û nahêlin tu kes axa me dagir bike û em ê li ser soza me daye gerîla bin.”

Dayika şehîd Rûken Rojava ku şervaneke YPJ`ê bû, Narîşan Berakat jî got: “Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo jiyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi dest bixin, tê dikoşe. Divê bizanin ku em bi wan re ne.”

Narîşan hevkariya PDK`ê bi dewleta tirk re şermezar kir û got: “Hûn bûne amûr di destê dewleta tirk a dagirker. Kengî armanca xwe bîne cih, dê berê xwe bide we û we tune bike.”

Narîşan soz da ku li ser ramanên Rêber Apo rêya şehîdan berdewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar