Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Gelê Mexmûrê: Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Gelê Mexmûrê diyar kirin ku heta ku rih di canê wan de hebe ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin û gotin: “Bila bizanin ku Kurd hene serokê me heye û hebûn tunebûna me ye. Sekna me ye, dilê me ye û mejiyê me ye. Wî em ji tariyê derxistin anîn ronahiyê. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dem dema avakirina aşitiyê ye."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Rêber Apo piştî demek dirêj di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kiribû ku tecrîd didome. Piştî van geşedanan, Wezareta Dadê destûr da ku şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 28’ê Kanûnê de bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê peyama Rêber Apo bi raya giştî re hate parvekirin. Rêber Apo bang li partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê nekevin pey hesabên teng û demkî û anî zimna ku dem dema demokrasiyê û aştiyê ye.

Li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo nobet hatiye destpêkirin û didome. Çalakvanên ku tevlî nobetê bûn têkîldarî peyama Rêber Apo axivîn.

Ji welatiyan Sadik Heştanî diyar kir ku peyamaRêber Apo ji aşitiyeke mayin de re perspektife û wiha axivî: “Mirov ji bo bRêber Apo çi bike kêm e. Ev çalakiyên bi vî rengî dewletê jî nêçar dike ku hevdîtinê bi serokatî re bikin. Ev pêvajoya ku em niha tê de ne, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ji ber wê jî divê ku gelê kurd li her derê dengê xwe bilind bike û hem xwedî li serokatî û hem jî xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Tecrîda ku hê niha jî didome di şexsê serokatî de li ser gelê kurd tê meşandin. Her kurdek vê tecrîtê li ser xwe qebûl dike. Ji ber wê jî her kurdek li ku derê be yê ku li dijî vê tecrîtê acize û çareseriyê dixwaze divê ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Hevdîtina bi serokatî re ji bo me mizgîniyeke xêrê bû. Ev hevdîtin hevdîtineke cih de bû.Di vê pêvajoyê de hevdîtineke bi vî rengî pir baş bû. Lêbelê divê ku em nebêjin,’ hevdîtin çêbû em bisekînîn’ gotina dawî ya serokatî ye. Îro li Rojhilatanavîn xetimandinek heye. Em wê baweriyê de ne ku di hevdîtinê de perspektîfa ku serokatî daye û ev nêrînên wî dê rêya aşitiyê veke. Divê çar perçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin serokatî û vê pêvajoyê bigihîjin encamê. Banga me ew e ku herkes ji bo ku tevlî vê pêvajoyê bibe gavên mezintir biavêje.”

Ji çalakvanan Xanê Hilalî jî destnîşanî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re hatiye kirin kir û got ku êdî dem dema dawî li anîna zilm û bindestiyê ye û got: “Em gelek keyfxweş in ku ev hevdîtine çêbû. Çimkî ev demeke dirêj bû ku me tu agahî ji serokê xwe nedigirt. Weke ku miroveke tirbê derketiye em wisa bûne. Daxwaza me ew e ku dewletên dinyayê hemû destên xwe bidin hevdû. Ev hevdîtina ku bi serokatî re pêk hatî hêvî dikin ku bibe sedemê aşitiyê, demokrasî û azadiyê. Em aşitiyê û mirovahiyê dixwazin. Em dixwazin ku serokê me bê berdan. Ev 26 sal in girtîgehê de ye, ma heta kengî dê girtîgehê de be? Em azadiya fizîkî ya serokê xw dixwazin. Hebûn û tunebûna me serokê me ye. Em ê her tim bi serokê xwe re bin. Kî destê xwe ji aşitiyê re direj bike em ê bi wan re bin. Serokê me îro ji bo tevahiya cîhanê li berxwe dide û aşitiyê dixwaze. Ji bo xîzanan, ji bo bindestan, ji bo mazluman aşitiyê dixwaze. Heta ku em serokê xwe fizîkî di nav xwe de nebînîn em ê di nav çalakiyê de bin. Serokatî di nava wan çar diwaran de ye, sankî em di nav wan çar diwaran de ne. Em ê çalakiya xwe pêş bixin û bernedin. Heta ku rih canê me de be em ê çalakiya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya serokatî bidomînîn. Bila bizanin ku Kurd hene serokê me heye û hebûn tunebûna me ye. Sekna me ye, dilê me ye û mejiyê me ye. Wî em ji tariyê derxistin anîn ronahiyê. Dem dema azadiya serokê. Dem dema avakirina aşitiyê ye. Ji zilm, zordarî êdî bes e. ”

Xanê Hilalî, bal kişand li ser bandora tecrîtê ya li ser gel û civakê û got: “Ev tecrîd li ser tevahiya gelê mazlume. Îro ev tecrîd bandorê li ser herkesî dike. Ev tecrîd li dijî exleq û wijdanê ye. Vê tecrîtê li tevahiya cîhanê deng vedaye ku bêhiqûqi ye. Ji Ewrupa û heta çar perçeyên Kurdistanê herkes li ser piyane. Îro tecrîd li Rojhilatanavîn li ser hemû gelên mazlume. Li ku miroveke bindest hebe tecrît li ser wî ye jî. Tecrîd bandorê li herkesî dike. Tecrîd di aliyê jiyanî de, aliyê exleqî de bandorê li ser her kesî dike. Fikir û ramanê Rêber Apo ev tecrîd şikandiye. Rêbertî di fikir û raman de ne di tecrîtê de ye. Wî tecrîd şikandiye û tune kiriye. Ew îradeya wî ya ji pola li dijî vê polîtîkayê sekinî û ev tecrîd têk bir.”

Ji çalakvanan Şiyar Erkendî jî, anî ziman ku peyama ku ji Îmraliyê hatiye ew weke ferman qebûl dikin û got ku erka her welatpareziyekiye ku ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibe bersiv têbikoşe û ev tişt got: “Hevdîtina ku bi rêbertî re hatiye kirin ji bo me gelek girînge. Dema ku piştî hevdîtinê hate ragihandin ku moralê wî pir xweş bû em pir keyfxweş bûn. Ji kêfan xew nekete çavê min. Divê ku em di vê pêvajoyê de pir baldar bin. Çi bibe çi nebe hê nediyare. Lê baweriya me bi rêberê me heye û wê çareser bike. Serokatî gotiye,’ ez ji her tiştekî re amade me’ ji ber wê jî heta dawiyê baweriya me bi wî heye. Dema ku em medyaya şerê taybet dinêrîn herkes li gorî xwe şîrove dike. Hin nijadperest şîroveyên cuda dikin. Lêbelê em bawerin û dê serokê me vê jî derbas bike. Ev pêvajoya ku rêbertî daye pêşiya me em ê li gorî wê bimeşin. Lêbelê divê ku em gelek û gelek hişyar bin. Di hêla ewlehiyê de, jiyanî de em divê ku hişyar bin. Ev der Rojhilatanavîne û mirov nizane ku dê kengî çêbibe. Lêbelê ev xalên ku serokatî diyar kirine pir girîng in. Çimkî pêvajoya aştiyê ji ya şer talûketir e. Ji ber wê divê ku herkes hessas tevbigere. Heta ku bi temamî deriyê Îmraliyê venebe çareserî çênabe. Heta ku azadiya fizîkî ya serokatî pêk neyê çareser nabe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê ku ew derî vebe. Ev hevdîtina ku hatiye kirin jî ne wan bi daxwaza xwe kir ji ber wê çêbû, berxwedana gelê kurd bû sedem ku hevdîtin pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar