Bi deh milyonan Kurd, bi dehan roj in li qada ne. Her dera Kurd û dostên xwe lê ne, vediguherînin gulistanê. Ji zarokên li ber singa dayika xwe heta kal û pîrên bi kopalan dimeşin, Kurd, cîhanê hînî pêxistina agir û gerandina govendê dikin. Rengarengiya jinê Kurd, weke her carê mohra xwe li qadan dide. Rûhê ku dirûşme îfade dikin û peyamên kûr di wan de veşartî ne. Piştî dirûşma Bijî Serok Apo, dirûşma herî zêde di nav Kurdan û cîhanê de berbelav bû û hat hembêzkirin Jin, Jiyan, Azadî ye. Ev jî li qadên Newrozê careke din piştrast bûn. Wate, civaka Kurd, bi awayekî yekpare li ser xeta Rêber APO ye, civakake bi çand û feraseta jin-dayikê dijî ye.
Dirûşma Newroza îsal, Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk bû. Me dît ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ev dirûşme jî jiyanî kir. Peyama Newrozê, di heman demê de hişyariya li desthilatdariya Komara Tirk (KT) bû: Em Rêberê xwe di nav xwe de dixwazin, êdî sebra me nemaye! Bi şev û roj, ji zarokên du salî heta kalên 80 salî, jin û ciwan, Kurd hemû li kolanan e, bi awayekî birêxistinkirî, bidîsîplîn, bibiryar û îrade, daxwazên xwe tînin ziman. Me dît ku dema polîsên faşîzmê êrîşî Kurdan nekin, pirsgirêkên weke “tundiyê” jî dernakevin, ev jî noteke girîng e: Wê demê çavkaniya tundiyê, tevlîheviyan, hêzên dewletê ne.
Noteke din a ku gelê Kurd di 8’ê Adarê û Newrozê de dayî jî ev bû: Kurd ji çareseriyê re amade ne, bi Rêber û Tevgera xwe re ne. AKP çi kir û çi dike?
Di vê Newrozê de provokasyonên AKP’ê jî girîng bûn. Mîna pêvajoya Geziyê, niha jî AKP dixwaze Kurdan û hêzên azadî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji hev qut bike. AKP, dema êrîşî Kurdan dike, wê demê aliyê Tirkiyeyê ‘rehet’ dihêle; dema ku êrîşî aliyê Tirkiyeyê dike, çalakiyên Kurdan ku jê nerazî be jî, ‘nabîne’. Di mijara girtina Ekrem Îmamoglu de jî hikûmeta AKP’ê, dixwaze heman lîstikê bilîze, lê vê carê ne aliyê Kurd, ne jî aliyê Tirkiyeyê nehatine vê lîstikê. Hevserokên DEM Partiyê ji kêliya destpêkê ve sekneke birêgez û bihurmet raber kirin, li dijî derbeya siyasî sekinîn. Heta niha ji aliyê CHP’ê ve jî helwesteke vê berxwedana hevpar lawaz bike, derneketiye. Min bi temamî nedît, lê tê gotin ku Mansûr Yavaş ê faşîst, zimandirêjî li nirxên gelê Kurd kiriye. Bi dibêtiyeke mezin, M. Yavaş jî Meral Akşenereke din a ketî nava hêzên azadî û demokrasiyê ye. Di vê mijarê de jî baldarî pêwîst e. Di roja girtina Îmamoglu de axaftin û helwesteke wisa bikêrî kî were, M. Yavaş, zilamê wê hêzê ye!
Weke ku aliyê Kurd zelal bûye, bi qasî em fêhm dikin, êdî wê aliyê KT jî zelal bibe. Devlet Bahçelî, bang kir ku PKK were li Melazgira Mûşê kongreya xwe pêk bîne. Heman Bahçelî, bang kiribû ku Rêber APO jî were di parlamentoya Tirkiyeyê de biaxive. Rêber APO Banga Sedsalê kir, lê niha di bin tecrîdê de ye. Nahêlin ku parêzer û heyeta Îmraliyê jî pê re biaxivin. Gelo rêveber û fermandarên PKK’ê werin Melazgirê; ev Erdogan ê ku Îmamoglu dayî girtin, wê çi bîne serê wan? Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê birêkûpêk her roj “tekmîla êrîşan” radigihîne. Yên ku di rojekî de bi sedan êrîşî dibin ser gerîlayên di sengerên xwe de, wê li Melazgirê çi nekin? Li çiyayên Kurdistanê bombeyên fosforê, termobarîk, taktîk nukleerî diteqînin, di nêvengeke wiha de kî baweriya xwe bi Erdogan û AKP’ê tîne? Ev tevgera 52 sal in, di erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn de li ser piyan maye. Li hemberî sîstema NATO’yê şer kiriye û têk neçûye, wê bi bangeke Bahçelî yan jî bi qûrnaziyeke Erdogan têk biçe?
Mijareke din a girîng û derbarê siyaseta AKP’ê de hin nîşaneyan raber dike jî, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi xwe ne. Mîna ku li Tirkiyeyê dike, AKP li Sûriyeyê jî li dijî hevpeymana Kurdan û rejîma Sûriyeyê derneket, lê mutefîkên Kurdan ên xwezayî, Nûsayriyan di komkujiyan de derbas dike. Wisa difikire ku Kurdan bi destê rêveberiya Sûriyeyê girtibe, wê li hemberî vê komkujiyê bêdeng bimînin. Lê me dît ku her kes weke AKP’ê ne bêpîvan û bêrêgez e, ji her kesî xurtir û zûtir Kurdan helwest raber kir. Tevî hemû pêkhateyên xwe Rêveberiya Xweser li hemberî komkujiyê derket, alîkarî hatin şandin. Wisa dixuye ku plan û lîstikên AKP’ê hem li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî wê li Sûriyeyê lê vegerin.
Ji niha de aborîzan behsa qeyraneke mezin dikin. Di van şert û mercan de jî ku AKP hewildanên darbekariyê zêdetir bike, wê weke marê dûvê xwe gez dike lê were. Bi hêza dewletê, bi zora darazê, bi derewên ragihandina şerê taybet û manîpulasyonên trolan heta cihekî dikarin bimeşin. Weke pêşiyan gotî, beza pisîkê heta ber kulînê ye. Kengî be wê li dîwarê heqîqetê bikevin. Edî ne zanist, ne aborî, ne civak ne jî siyaset dikare ev qas faşîzmê rake. Pêşengtiya ciwanên zanîngehan ku AKP’ê wisa difikirî êdî bêbandor bûne, beriya hilweşîneke mezin, hişyariya dawî ye. Wê AKP çi bike, ew bi xwe dizane, lê ji aliyê Kurdan û hêzên azadî û demokrasiyê ve rewş zelal e. Gelê Newrozê riya çareseriyê diyar kir. Civaka Demokratîk, ji bo azadiyê bi awayekî birêxistinkirî di nava çalakiyê de ye û wisa dixuye ku wê vê helwesta xwe jî berdewam bike. Ev hêvî, hêz, moral û perspektîfên demê dide aliyê Tirkiyeyê jî. AKP weke niha derveyî cidiyetê û bi provokatoriyê tevbigere, wê emrê xwe kurtir bike. Wisa dixuye ku ji bo gelan ya bixêr jî ev e.