Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Gelê Ranyayê li dijî komkujiya Kortekê meşiyan

Bi sedan welatiyên Ranya li dijî komkujiya Kortekê ya ji aliyê balafirên artêşa tirk pêk hat meşiyan û dewleta tirk şermezar kirin

Li bajaroka Çarqurne ya îdareya Raperîn a Ranyayê bi seden kes li dijî bombekirina balafirên şer ên artêşa tirk a li Kortekê meşiyan. Balafirên şer ên artêşa tirk di 27’ê hezîranê de li Kortek a Binarê Qendîlê êrîşê 2 wesayîtên sivîlan kir. Di encam de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Li bajaroka Çarqurne ya îdareya Raperîn sersaxî tên qebûl kirin. Îro bi seden kes çûn sersaxiyê û piştî sersaxiyê girse li dijî komkujiyê meşiya.

Xizmên kesên di komkujiyê de şehîd bûbûn jî beşdarî meşê bûn. Meşê li ber avahiya qaymeqamtiyê destpê kir. Di meşê de posterê wêneyên kesên li Kortekê şehît bûne û nivîsa “Nemirî û serbilindî ji bo şehîdan û şermezarî ji bo dewleta tirk û nokaran” hildan û dirûşmeya “Şehîd namirin’ berz kirin. Meş heta Mizgefta Îmam Xizalî berdewam kir. Li ser navê malbatê axaftin hate kirin. Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Şîlan Şakir axivî û êrîşên artêşa tirk bi tundî şermezar kir. RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar