Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Gelê Rojhilat û Îranê di serhildanê de bi israr e

Piştî ku jina kurd Jîna Emînî  di 16’ê îlonê de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat kuştin, gel ji bo rejîma Îranê biguhere dest bi serhildanê kir.

Serhildanên ku bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên kirin 87 roj li pey xwe hişt. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji 16’ê îlonê ve herî kêm 458 kes hatine kuştin, ku ji wan 63 zarok û 29 kes jin in.

Roja şemiyê li bajarê Sine xwendekarên jin yên Dibistana Perwerdeya Teknîkî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. Li gorî agahiyên hatin stendin hêzên dewleta Îranê êrîşê xwendekaran kir û gelek kes birîndar bûn.

Li bajarê Sineyê komeke çalakvanan li pêşiya mala Humen Abdullah merasîma bîranînê li dar xist. Her wiha Ferhat û Ferzad Tahazade ku birayên hev in, li bajarê Şînoyê hatin binçavkirin û dadgehê ji bo her du birayan biryara darvekirinê da.

Li bajarên Tehran, Îsfehan û gelek bajarên din ên Îranê jî meşên bêdeng hatin lidarxistin. Hêzên rejîmê êrîşî çalakvanan kirin. Her wiha li gelek zanîngehan jî çalakiya boykotkirinê ya xwendekaran didomin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar